Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên Erebî, Daxwaza Şêvra Ewlehiyê dikin êrişa Tirkiyê ragire

11:36 - 13 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Yêketiya Welatên Erebî daxwaz ji Şêvra Ewlehiya Saziya Netewên Yêkbûyî kir ku bona berahîk girtina êrişa Tirkiyê tedexulê bike.

Yêketiya Welatê Erebî Roja Şemmiyê 20ê Rezberê li encama civîna xwe de, daxuyaniyek belaw kir, tewî mehkûm kirina êrişa Tirkiyê bo ser Axa Suriyê û Rojavaya Kurdistanê, daxwaz ji Şêvra Ewlehiya Netewên Yêkgirtî kir ku bona sekinandina êrişa Tirkiyê tedaxulê bike.

Yêketiya Welatên Erebî, li daxuyaniya xwede ragihand ku berpirsayetiya alozî û careke dinê serî hildana Da`eşê li dewerê de, hemi dikeve ustîyê Tirkiyê, lewma nabe civatgeha Cîhanî li henber vê destdrêjiya Tirkiyê de bê deng be.

Yêketiya Ereb ragihandiye ku ev benda biryara Nawnetewîne, hekî ne, wan bixwe pilana kiryara bi dijî Tirkiyê hene û hekî Cîhan bê deng be, ev nikarin bê deng bin û dê Tirkiyê ceza bidin.

Herwisa Şêvra Arîkariya Welatên Ereb jî li daxuyaniyekê de, ji Netewên Yêkbûyî daxwaz kir berahîka êrişa Tirkiyê bigre, ku Tirk dixwaze li rêka vê êrişê we, Dêmografiya Bakura Suriyê biguhore