Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welîd Cenbalat: Rejîma Îranê berpirsyarê rewşa niha ya Sûriye û Yemenê ye

12:35 - 5 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Serokê Partiya Pîşrew ya Lubnanê rejîma Îslamî ya Îranê berpirsiyarê rewaş niha ya Sûriye û Îraqê da zanîn.

 Li gorî raporên belavbûyî,“Welîd Cenbalat, serokê Partiya Pîşrew ya Lubnanê got rejîma Îranê bi destêverdanên eşkere yên xwe di karûbarên dever û bi taybet welatên wekî Sûriye û Yemenê, rewşa herêmê wiha aloz bûye.

Herwisa navbirî zêde jî kir ku: Xalikê daxwaza jiyan û azadiyê kirin, hin hêz hatin bo berjewndiyên rejîma Esed destêverdan di karûbarên welat de kirin, li destpêkê rejîma Îran û piştire Rûsiya, destêverdanê rejîma Îranê em xistine binbestê, û rejîma Îranê li dijî xelkê Sûriye alîkarî da rejîma Esed, û herwisa di karûbarên Yemenê de jî destêverdanê dike û îro jî gefa bombebarana hemû bajarên Kenavê dixwe.

Serokê Partiya Pîşrew ya Lubnanê bi awayakî pêkenîn got: Beşar Esed nikare bimîne li ser çi desthilatdariyê bike?  Li ser vêraniya Sûriyê? Li ser xelkê ku bo welatên wekî Lubnan, Urdon û Tirkiye ku hatine derzxistin?  Bo çi bimîne? Beşar Esed tenê bi sedema artêş Sûriye, Rûsiya û rejîmê li ser pêyên xwe maye, di dawiyê de bo çi?  Welîd Cenbalat rû li xelkê Sûriyê got ji xelk Sûriyê re dibêjim ku roja azadiyê wê bê.

Rejîma terorîst a Îranê ev çendîn salin ku li riya Spaha Qudis ya ku tayeke li Spaha Pasdaran ya terorîst li dervey welat, bi kiryarên terorîstî yên xwe, destêverdanê li karûbarên herêm û welatên derdorê dike û eva yekem carnine ku rejîma Îran û Beşar Esed rastî rexneyên wiha tund dibin.

 Her di vê pêwendiyê de, di heyamên derbazbûy de, serkomarê Amerîkayê di biryareke bicî de, Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê bi sebeba ecamdana kiryarên terorîstî li herêm û cîhanê û herwisa destêverdan di karûbarên welatên derdorê de wekî saziyekek terorîstî da naskirin.