Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî: Armanca Amerîkayê hiloşandina Komara Îslamî ye

13:50 - 24 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Xamineyî bi tundî siyasetên nû ên Amerîkayê derheq Îranê û derketina ji Bercamê rexne kir, û di heman demê de heft şert û merc ji bo Ewropiyan danîn, ku hekî ew wan mercan bi cih bînin, ewê di rêkkevtinê de bimînin.

Rêberê rejîma Îranê di merasima fitarê ya berpirsên rejîmê de ragehand, ku ew nikarin aboriya welat ji riya Bercama Ewropayî ve baş bikin.

Wî şeş şert bona domandina Bercamê digel welatên Ewropayî xiste ber basê, û gef xwar ku hekî ew şertên wan cîbicî nebin, ewê çalakiyên berê ên etomî dest pê bikin.

Ew şert bi vî awayî ne:

Derkirina biryarnameyan li dijî Amerîkayê di Konseya Ewlekariyê de, behsnekirina li ser pirograma mûşekî û kiryarên herêmî ên Îranê di gotûbêjan de, garantîkirina ticareta digel Îranê ji aliyê bankên Ewropayî ve, garantîkirina firotina tewaw ya petrola Îranê, Tolvekirina wê bêqewliya berê, û dijayetiya digel tehrîmên Amerîkayê.

Wî derbarê şertê heftem de jî got: Hekî Ewropayî di bersivdana bi daxwazên me de derengiyê bikin, heqê Îranê heye ku çalakiyên nevikî ên xwe dest pê bike.

Xamineyî di axavtina xwe de îşare bi vê kir ku Amerîka dîsan wekî pisîka (pîşka) kartona “Tom” û “Jerry” wê şikestê bixwe.

Wî îdi`a kir ku ji sala 1357 (1979)`an ve Amerîkayê kiryarên curbicur ên siyasî, aborî, leşkerî, û piropagendeyî li dijî Komara Îslamî encam dane, û armanca wê jî rûxandina Komara Îslamî ye.

Herçend ku “John Bolton” şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê di civînekê de ragehandibû ku ewê cejna sala 2019`an di Îranê de bigrin, ku merema wî hiloşandina rejîma Îranê bû, lê roja 23`ê  Banemerê ragehand ku carê amanca Trump hiloşandina vê rejîmê nine.

Ew gefên Xamineyî di demekê de ne, ku her li bereberê vekişiyana Amerîkayê ji Bercamê bazara erz tevlîhev bû. Herwisa dewleta Rûhanî jî serbarê bikaranîna hemû hêza xwe ya polîsî û îdareyî, nekarî bazara erz kontrol bike, û nirxa Dolar gihîşte 7 hezar Tûmenî, û nirxa perê welatên cîran jî wekî Lîreyê Tirkiyê û Dêrhemê Îmaratê jî li hemberî diravê Îranê de gellekê bilind bû.