Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xebatkarên Demokrat digel rêbaza şehîdên Kurdistanê peymanê nû dikin

12:28 - 25 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Xebatkarên Demokrat li bajarê Pîranşarê, bo careke din emegnasiya xwe derheq Partiya Demokrat û rêbaza şehîdan nîşan dan.

Endam û alîgirên emegnas yên PDKÎ, li gundê “Xurînce” a girêdayî bajarê Pîranşarê, peymana emegnasiya xwe digel partiya Demokrat nû kirin.

Xebatkarên Demokrat di wî gundî de, bi nivîsîna siloganên wekî : Qasimlo riya te berdewam dike, Qasimlo di rêbaza xwe de hertim zindî ye, Bijî Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê, û herwisa bi belavkirina postêrên taybet bi rêberê şehîd, û Dr. Qasimloyê mezin, bo careke din emegnasiya xwe, derheq Partiya Demokrat û rêbaza şehîdên Kurdistanê nîşan dan.