Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Îranê, tûşî nesaxiyên derûnî bûne

12:00 - 9 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Pêka amarên belaw bûyî nêzîkî %24 ji xelkê Îranê tûşî nesaxiyên derûnî bûne û hewcehî bi serdana Duktorên derûnnas hene.

Elî Esedî Cêgirê deftera saxlemiya derûnî ye Wizareta Tenduristiyê ragihand ku, pêka jêwekolînan %23.6 ji xelkê Îranê li temenê dinavbera 15 heta 64 saliyê de hewcehî bi serdana pizişkên Derûnnasî hene.

Pêka gotina wî berpirsê Wizareta Tenduristiya rejîmê, nesaxiya Hundirî anku derûnî, zêdetir beroka jinan girtiye.

Ewa amareke ku rêjîmê belav kiriye û bê guman amara nesaxî û rojreşiya xelkê Îranê gelek ji wê hindê zêdetire.

Hegerên damawî û xudûkî û bê keyf bûn û tûş bûna bi nesaxiya hundirî, li Îranê de wedigere bo ser rewşa xirape abûrî, bê karî û nebûna Azadîyê.

Pêka amara xudî rejîmê, êk ji çwarêye heşemeta Îranê nesaxiya derûnî hene ku ev êka jî dibe sedem ku, dehan derd û bela û diyardeyên xirabe civakî bi dû xwe de bîne.