Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarên bajarê Sine dibin şoferên taksiyan

19:42 - 23 Gulan 2018

Kurdistanmedia: Piraniya xwendekarên bajarê Sine ku zanîngehê tewaw dikin, ji bo dabînkirina bijêva jiyana xwe bi neçarî şoferitiyê dikin.

 Li gora amarên belavbûyî yên di nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayî rejîma Îslamî, piraniya xwendekarên zanîngehên bajarê Sine ku bawernameya xwe werdigrin,bi neçarî ji bo dabînkirina bijêva jiyana xwe dibine şofer û di nav bajêr de misaferan vediguhèzin.

Di nav şoferên taksiyên bajarê Sine de, nêzîkî 1200 kesên ku xwediyê bawernameya karnasî û karnasiya bilind in, û nêzîkî 1000 kesên din jî bawernameya karzaniyê û digel de 1000 kesên din jî xwediyê bawernameya dîplomè ne.

Ji aliyekî din ve, di nav 500 şoferên taksiyên bajarê Sine de, tenê 1200 kesan bîmeya taksîraniyê hene, û her di vê derheqê de jî li gora gotina şahîdhalan 200- 400 kesên ku ji vê bîmeyê mifahê werdigirin şoferên taksiyan in ù belku bi awayekî ser bi rejîmê ne.

Şoferên taskiyên bajarê Sine, kêmdahattirîn çîna civakê tên hesabkirin, nebûna bîme, nebûna avahiyan, û xizmetên xweşbijêviyê, ji van pirsgirêkan in ku ev çîna di civakê de digel rûbirû ne.

Şoferên taskiyan neçar in ji bo nûkirina bîme û kirîna tekerèn tiromibîlên xwe, karta pênase, karta tirombîl û karta taksîraniyê yên xwe weke barimte li cem nûnernê bîme û tekererfiroşan didanin.