Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendingeha “Fatme Tokat” careke din tê vekirin

11:55 - 12 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Xwendingeha zimanî Kurd a “Fatime Tokat” a bajarokê Rêya Armûş a Bakûrê Kurdistanê, ku sala 2017`an hatibû daxistin carek din tê vekirin.

Xwendingeha zimanê Kurdî a bi navê “Fatime Tokat” a girêdayî parêzgeha wan a Bakûrê Kurdistanê, ku sala 2017`an ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû daxistin, lê dîsan ji aliyê şaredarê bajarokê “Rêya Armûş” ve tê nûjen kirin.

Navenda perwerdehiya zimanî Kurdî a bi navê “Fatime Tokat” sala 2015`an ji aliyê Şaredarê “BDP” ve yê di bajarokê “Rêya Armûş”ê de, bibû bi xwendingeha zimanê Kurdî, lê sala 2017`an, ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû daxistin.

Di wê xwendingehê de çendîn kes hatine perwerdekirin û hînê zimanê dayîkî bûne, dîsan ew xwendigehe dixwaze ji nû ve dest bike bi kar û çalakiyên xwe.