Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebûna dubare a ewariza otobana Kelanterî a Urmiyê

12:38 - 10 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmeda: Li gorî raportên gihîşti bi Malpera “ Kurdistanmedia”ê, otubana “ Kelanterî” nive tewaw maye, lê ji ajotwanan dirafê ewariza Otobanê distînin.

Otobana “ Kelanterî” li nawa behra Urmiyê de hatiye lêdan ku heya niha ew piroje tewaw nebûye û ew Rêya ku hinek ciyan de otuban nine u hinek ciyande her xakiye, lê berpirsên wizareta “ Rê û bajar saziyê” û her wisa kompaniya birewberê pirojê ji ajotwanan dirafê Otubanê distînin. hinek ji pişkên wê Otubanê pêwîstî bi qîrtaw kirin û nû kirinê hene û 2 Tûnêl jî li naw pirojeya Otubana “ Kelanterî” de hene ku hêj nayên bikar anîne lê ewariza wan ji ajotwanan tê istandin.

Ew otuban li nawbera bajarê Urmiyê û bajarê Tewrêzê de hatiyê çê kirinê.

Nirxa ewariza nû 7 hezar tûmene.

Otubana “ Kelanterî” yekek ji hegerên sereke a hişik kirina Gola Urmiyê ye ku dûr ji zanista jingeh parêzî û her wisa Otuban saziyê ye.