Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdetir %50 a rûnê zeytunê paqij nîne

17:33 - 5 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Pişkekî herî zaf ji rûnên havirdekirî bo welatê Îranê, paqij nîne û bo tendirûstiyê zerer heye.

“Mehdî Ebasî” serokê Şoraya neteweyî yê zeytûnê bas dike ku, ji 3500 ton rûnê zeytûnê ya hawirdekirî, %50 paqij nîne.

Ew karbidestê rêjîma Îranê bas ji hindê kiriye ku bo pêşîgirtin ji hawirdekirina wî rûnî, bi fermî aliyên girêdayî agehdar kiriye, lê heya niha tu aliyek bersiv nedaye.

Bi gotina wî berpirsê rêjîma Îranê, ew rûnê ku hawirdeyê Îranê dibe, li corên “Pomîs” e.

Rûnê “Pomîs” bo pişka pîşeyî, arayişî, tendirûstî ê sabûn sazî de tê bikar anîn û bo xwarinê nabe.

Hawirdekirina ew rûne bo Îranê, 20 hezar tûmen xerc heye û di welatê Îranê de bi 40 hezaran tê firotin.