Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Serdeştê kuştin

11:46 - 28 Şibat 2024

Hêzên cinayetkar ên întizamî yên rêjîma Îranê li gundê “Sawan”ê ser bi bajarê Serdeştê, tevî zanîna vê yekê ku ti tîşteke qaçax bi wî re nîne, li pey ketine û teqe li welatiyekî kurd kirine û ew kuştine.

Welatityekî kurd ê bi navê “Kawan Seraf” ê xelkê gundê “Gewre Şêrê” a ser bi bajarê Serdeştê, li dema ajotvaniyê de maşîna wî kevtiye ber gulleyên hêzên çekdar ên rêjîma Îranê û canê xwe ji dest daye.

Hêzên tepeserkar ên întizamî yên li xala vekolîn a rêjîmê li gundê “Sawan”ê, tevî ku dîtine ti tîşkek li vê maşînê de nîne li pey ketine û kirine armanca gulleyan û piştî bûyerê jî li vê maşînê de ti tişkete qaçax nebûye.

“Kawan Seraf”  bavê 3 zarokan bû û li dema teqeya hêzên rêjîmê gulle bi serê vî ketiye û hatiye kuştin û maşîna wî jî vergeriya ye.