Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Serawanê de şer û pevçonek li navbera hêzên rêjîmê û kesên nesakirî de qewimî

12:22 - 16 Adar 2024

Li bajarê Serawanê de kesên nenaskirî, 3 kes ji hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê yên binkeya leşkeriya “Aspîç” kirine armanc ku li encamê de yek ji wan hate kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Pêka rapora “Resedê Belûçistan”ê roja Înê 25ê Reşemeya 1402 a Rojî, hejmarek ji kesên çekdar ên nenaskirî çendîn kes ji hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê yên ser bi paygaha “Aspîç” li devera “Pirekint” a ser bi bajarê Serawanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de kirine armanc ku 3 kes ji wan hêzan, hetne kuştin û birîndarkirin.

Herwisa pêka vê raporê li navbera hêzên leşkerî û ewlehî yên rêjîma Îranê digel hêzên nenaskirî li gundên “Dizek, Pirekint û Zengiyan”ê ser bi bajarê Serawanê şer û pevçon berdewam e.

Li vê derheqê de hêj zanyariyên serast li ser wî şerî nehatine zanîn.