Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Dêmokrat tirora Şoeiyb Zarieî mehkûm dike

12:00 - 17 Adar 2024

Navenda Îdarî a Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi belavkirina daxûyaniyekê, tirora Şoeiyb Zarieî ji aliyê tirorîsma rêjîma Îslamiya Îranê ve mehkûm dike û daxwazê ji navendên ewlehî û îdariye Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku ji xebatkarên siyasiye Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku li Başûrê Kurdistanê dimînin, parêzvaniyê bikin.

Deqa daxûyaniyê wihaye:

Herwekî li daxûyaniya Komela Şorişgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê de hatiye, piştî nîvroya roja Şemiyê 16ê Adarê, Şoeib Zarieî, Pêşmergê Komelê li nêzîk Zirguzê bi kevte ber êrîşa tirorîstekî rêjîma Îslamî û hate tirorkirin.

Tirora Şoeib Zarieî çwarimîn tirora xebatkarên siyasiye Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ye li heyamê çend mehên derbasbûyî de, roja 16ê meha Pûşpera Îsal 2 endamên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi navên Luqman Acî û Adil Muhacir li gundê Helşoyê girêdayî bajarê Qeladizê, û herwisa li 20ê Pûşperê jî endamekî dinê ye Hizba Dêmokrat ni navê Siyamend Şaboyî li nêzîk bajêrokê Behrikê li nêzîk Hewlêrê bi destê tîmên tirorîstiye rêjîma Îranê hatine tirorkirin.

Herwekî li daxûyaniya Komelê de hatî û Hizba dêmokrat ji li daxûyaniyên pêşdaye xwe li derheq 2 kiryarên tirorîstiye komara Îslamî li meha Pûşperê de bas kiribû ku nabe li herêma kurdistanê de rê û derfeta livlivîn û encamdana kiryaran bidne tîmên tirorîstiye rêjîma Îranê, lewma em daxwazê ji aliyên siyasî, ewlekarî û yasayî ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku parêzvaniyê li canê xebatkarên siyasiye Rojhilatê Kurdistanê bikin û li hember kiryarên tirorîstiye rêjîma îslamiya Îranê de bê helwêst nemînin, Herwisa bi girtina bera rêkarên ewlehî û yasayî hem encamderên wan cinayetane aşkera bikin û hem rê ji ducarîbûna wan bigrin.  

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî mehkûmkirina tirora Şoeib Zarieî û şermezarkirina tirorîzma rêjîma Îslamiya Îranê, hevxemiya xwe bi malbat û hevçeperên kak Şoeib Zarieî û komela Şorişgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê radigehîne.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Îdarî

 17ê Adara 2024 an