Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tenê li werzê Payîza îsal de 548 kirêkaran bi sedema bûyerên kar canê xwe ji dest dane

12:02 - 17 Adar 2024

Navenda amara Îranê li rapora xwe a herî dawî de amaje bi canjidestdana kirêkaran bi sedema bûyerên nava kar kiriye ku gorî wê raporê li heyamê Payîza îsal 548 kirêkaran canê xwe ji dest dane ku gorekî berawird digel sala berî hingê, aliyê kêm 25 kes zêde bûne.

Gorekî vê amarê li Hawîna îsal û tinê li kargehên fermî de ku amara wan tête tomarkirin, 1881 kesan sedeme dîtine ku di nava wan de jî 184 kesan canê xwe ji dest dane û 1679 kesên din birîndar bûne.

Belavbûna vê amarê li demekê de ye ku gorî rapora saziya pizişkiya yasayî a rêjîmê, li heyamê Hawîna derbasbûyî de, aliyê kêm 511 kirêkaran bi sedema bûyerên nava kar de canê xwe ji dest dane û ev amar li 6 mehên destpêka salê de 1077 kes hatiye ragihandin.

Piraniya wan kirêkarên ku li Îranê de kar dikin û bi sedema bûyerên nava kar de canê xwe ji dest didin yan birîndar û seqet dibin, ji mafê bîma kar bêparin.

Piraniya Kirêkaran ji alav û emirazên silametiyê bêparin û ne standard mijûlî karin.