Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa kirayeya veguhastinê li nav bajaran de heta %45 zêde bû.

11:13 - 18 Nîsan 2024

Nirxa taksî , mêrto û otubûsan ji roja Şemiya bê ve %45 zêde dibe û ew yeka li halekê de ye ku dahta xelkê tevî ku zêde nebûye, hêj kêmtir jî bûye.

“Ceifer Teşekkuriyê Haşimî” Serokê Komîsiyona Avedankirin û Veguhastin a Şêwreya Bajarê Têhranê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya ÎSNA a ser bi rêjîmê de gotiye ku nirxa kirayeya otubûsan %22 û ya taksiyan %45 ji roja Şemiya bê ve dê zêde bibe.

Navbirî Îdia dike ku bilindkirina nirxan bi qazanca xwediyên otubûs û taksiyan û herwisa xelkê ye!

Piştevanînekirina rêjîmê ji karûbarên veguhastinê wek dabînkirina alavên hewce bo taksiyan, kamiyonan, otubûsan bi nirxeke kêm, mezintirîn pirsgirêka ajotvan û xwediyê alavên veguhastinê ne û ji aliyê din ve şiyana kirîn a xelkê Îranê bi sedema bilindbûna nirxa enflasiyon li Îranê, kêmtir bûye.

Vê pêkê, rêjîma Îranê bi bilindkirina nirxa veguhastinê, cehdê dike xwe ji berpirsyaretî û bersivdan û çareserkirina bingehîn a pirsgirêkên veguhastinê xelas bike.