Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azardana keçan û jinan li bajarê Tehranê ji aliyê rêjîmê ve dijwartir bûye

11:16 - 18 Nîsan 2024

Hêzên parastina hicaba bi zorê û hêzên ewlehî û leşkerî yên rêjîmê, li bajarê Têhranê de givaşa bo ser keçan û jinan gelek zxêde kirine û reftarên tundûtîj û hovane digel jinan û çekan dikin.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî hêzên parastina hicaba bi zorê ye rêjîma îslamiya Îranê bi alîkariya hêzên tepeserkar ên întizamî û ewlehî yên rêjîmê, li ser şeqaman bi şêwazeke hovane û tundûtîj digel jinan û keçan reftarê dikin û tevî bêrêzîkirin û kutanê, azara wan didin û heta niha çendîn kes ji wan bi awayên hovane û bi tundûtîjî binçav kirine.

Pêka raporên belavbûyî, jin û keç li dema binçavkirinê de rastî gelek pirsgirêkan tên ku yek ji wan destdirêjî ye.

Zêdebûna tundûtîjî û reftaên hov ên hêzên rêjêmê, bûne sedemê nerizayetî û vêzariya xelkê û bi taybet jin û keçan û ger wiha here pêş, egera hindê heye ku lêkevtên wek piştî şehîdkirina “Jîna Emînî” li pey xwe bîne û xelk ji wan reftarên hov bêzar bûye.

Rêberê rêjîmê “Elî Xamineyî”, li derheq hicaba bi zorê de tekezî kiriye ku bi ti awayek nabe ji kesên ku hicaba bi zorê bi rê ve nabin xweş bibin û dibe hicaba bi zorê bi rê ve here.