Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîma Îranê 2 welatiyên Kurd keftine rewşa komayê

11:21 - 18 Nîsan 2024

2 welatiyên Kurd û xelkê bajarê Tikabê bi sedema teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê bi serê wan, keftine rewşa komayê.

Li gorî nûçeya Hengawê, set 2ê sipêdeha roja çarşemî 29ê xakelêwê, geşta şevan a polîsê întizamî li nêzî  meydan Qelem a Tikabê bi sedemek nexûya teqe ji maşîna Pirayd a welatiyekî kirine, di encam de 2 welatiyên Kurd yên bi navên Perwîz Emîn Mihemedî û Behmen Muhsinî bi dijwarî serê wan birîndar bûye û keftine rewşa komayê.

Her li gor nûçeya Hengawê, perwîz Emîn Mihemedî temen 29 salî gule bi serê wî keftiye û hêj gule di serê wî de maye, û li nexweşxaneya Tikabê keftiye rewşa komayê.

Ji aliyeke din ve Behmen Muhsinî temen 35 salî gule bi serê wî keftiy û niha di nexweşxaneya Xumeynî li bajarê Urmiyê di rewşa komayê deye.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema teqekirin bi wan 2 welatiyên Kurd ti zaniyariyek din li ber dest de nîne.