Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê kolberek li devera sînorî ya Hewramanê, kuşt

11:26 - 18 Nîsan 2024

Kolberekî Xelkê Merîwanê li encama teqeya hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê li sînorê “Tete”yê ser bi Hewramanê, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê “Roja Çarşemî 29ê Xakelêweyê, Kolberek  bi navê “Sîvan Destefken”  xelkê gundê “Dere Peme”yê ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên rêjîma Îranê li sînorê Hewramanê de hate kuştin”.

Pêka rapora Kurdpayê, “Sîvan Destefken” bavê zarokekî ye û hêzên çekdare rêjîmê bê agehdarkirina berê û bi awayê rasterast teqe li wî kolberî kirine.

Termê wî kolberî bo nexweşxaneya Merîwanê hatiye veguhastin.

Li vê derheqê li 25ê Xakelêweyê de jî kolberk ê bi navê “Omîd Seîdî”  xelkê bajarê Sinê li sînorê “Bestam”ê de li encama teqeya rasterast a hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê canê xwe ji dest da û herwisa li bajarê Serdeştê de jî kolberekî din ê bi navê “Mêhrdad Ebullazade”  kurê “Osman”  xelkê gundê “Maraxan”ê bi sedema teqeya rasterast a hêzên rêjîmê ji bilindayiyê weresiya û kevte xwarê û canê xwe ji dest da.