کوردستان میدیا

سایت مرکزی حزب دمکرات کوردستان ایران

Tehran bûye çavkanî ya belavbûna vîrûsa Korona yê

19:18 - 5 مرداد 1399

Cihgirê Giştî Yê Wezaret a Tenduristî ya rejîma Îran ê,ragihandiye ku Korona “neynûk” a kiryarên meye û “Tehran çavkanî ya belavbûna wê vîrûsê, di Îranê deye.

Roja Şemî, 25ê Tîrmeha 2020 an, Cihgirê Giştî Yê Wezaret a Tenduristî ya rejîma Îran ê, “Îrec Herîrçî” di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihandiye: “Tehran çavkaniya belavbûna vîrûsa Korona yê di Îran ê deye û niha her roj, di wî bajarî de, 600 kes bi sedema tûşbûn bi vîrûsa Korona yê, têne razandinê.

Navbirî, got: “ti belgeyek tinîne ku wan kesên tûşî Korona yê dibin,bi yekcarî, çareser dibin, lewma heya demekê ku hejmara nexweşên razandî di nexwşxaneyan de zêdetir bibe, qasa qurbaniyan jî zêdetir dibe û mixabin bi qasî 5 heya %10 ya nexweşên ku têne razandinê, canê xwe ji dest didin”.

Di demekê de ku rejîm bi xwe îtiraf bi rewşa Korona yê di bajarê Tehran ê de dike, ji aliyekî din vê, canê xelkê ti girîngiyek bo wan tinîne û rêçareyeke serast û zanistî bona kontrolkirina wê nexweşiyê nagire ber xwe.

Herwisa, Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” ragihandiye ku “Aşûra û Tasû`a” dibe di hemû bajaran de, bi rêve herin.

Ewa wê yekê dide kifşê ku rejîm di cihê berçavgirtina can û jiyana xelkê, zêdetir di hizra qahîmkirina stûnên desthilata xwe deye.