Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyanî li derheq terora endamekî Hizba Demokrat li Hewlêrê

11:06 - 18 Çirriya paşîn 2023

Bo raya giştî !

 

Bo agehdariya heçî aliyekê em radigehînin serê êvariya roja Pêncşemiyê 16ê Çirriya Paşîn a 2023an Sohrab Rehmetî, endamekî xebatkare PDKÎ, herwisa Parêzer û endamê sendîkaya Parêzerên Kurdistanê û akinciyê bajarê Hewlêrê, li cihê jiyana xwe ber deriyê “Hana Sitî” kevte ber desrêja gulleyan û bi giranî birîndar bû.

Sohrab Rehmetî kadrê berê yê Hizba Demokrat ku parêzer çend perwendên wek terora û teqîna şeva Yeldayê li ber derê Deftera Siyasiya hizbê di sala 2026, Perwenda terora şehîd Qadir Qadirî li 2008, û perwenda mûşekbarana binke û barigehên Hizba Demokrat li 2018 an bû, bi caran û bi berdewamî kevtibû ber gefên navendên ewlehiye rejîma komara Îslamî û gefa kuştinê jê dihate kirin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî mehkûmkirina wê kiryara terorîstiye komara Îslamî, radigehîne ku destê rejîma komara îslamê li pişt êrîşa terorîstî bo ser Sohrab Rehmetî ye, me çavnihêrî ji navendên ewlehî û dezgeha dadiweriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku vê bûyerê ji bona zelaliyê bişopîne, encamderên wê cinayetê peyda bike û digel aşkera kirina wê cinayetê, sûçdarên serekiye wê siza bide.

 

Hizba Demokrat a Kurdistana îranê

 

Navenda teşkîlat

 

16ê Çirriya Paşîn a 2023 an