Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Analîzek li ser şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» ji nêrîna teoriyên kiryarên giştî

14:36 - 28 Çirriya paşîn 2026

N. Kave Ahengerî

W. Hesen Mukerem

 

Destpêk

 

Tevgera «Jin, Jiyan, Azadî» piştî ku Jîna Emînî, keçeke temen 22salî ya xelka bajarê Seqizê, di îlona sala 2022’an a Zayînî de hat kuştin, bi greva giştî ya li Rojhilatê Kurdistanê, li ser bangewaziya partiyên Rojhilatê Kurdistanê û piştre jî bi reaksiyona xwendekarên zanîngehên Tehranê dest pê kir. Herçiqas ev tevger bi çalakiyeke tevahî sivîl, anko grevê, dest pê kir, lê di demeke kurt de bi tundûtûjiyê re rû bi rû ma û bû sedema kuştina dehan kesan, birîndarbûna sedhan kesan û girtina hezaran kesên din.

Di çend mehên borî de, hewldanên cuda ji bo analîzkirina vê tevgerê ji nêrînên cuda ve hatine kirin. Di vê yekê de ku armanca tevgerê pêkanîna guhertinê bû, tu guman tune ye. Lê pirsiyara sereke ya ku di vê çarçoveyê de derdikeve holê, demografî û erdnîgariya tevgerê ye, û girîngtir ji wê jî ev e ku çima ev tevger di asta pratîkî de li seranserê Îranê nebû tevgerêke giştî?

Di vê gotarê de hewl tê dayîn ku şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» ji nêrîna teoriyên kiryarên giştî, di nav de Modela Nasnameya Civakî ya Kiryarên giştî (SIMCA)، Modela Nirxî-Nasnameyî ya Kiryarên giştî (AICAM)، Teoriya Bêparbûna Nisbî (Relative Deprivation Theory) û Teoriya Nasnameya Civakî (SIT) were analîzkirin. Herwisa, di nav vê analîz û berhevdanê de ez ê bi kurtî li ser du mijarên din jî rawestim: mijara serkirdayetiyê û cihê jinê di pergala ramyarî û çandî ya Îraniyan de.

 

Teoriya SIMCA (Modela Nasnameya Civakî ya Kiryarên giştî)

Teoriya SIMCA ji aliyê lêkolînerên wekî Van Zomeren û hevkarên wî ve, di sala 2008’an de, bi gotareke zanistî di qada akademîk de hat pêşkêşkirin. Li gorî ramana van zanayên navborî, kiryara kolektîf anku giştî encama komek faktor û hêzên pêkanîner e ku di avakirina kiryara kolektîf an jî di çêkirina meyla beşdarbûnê de bandorê dikin.

Li gorî Gamson û Klandermans, sê guherbarên derûnî hene ku di pêvajoya pêkhatina kiryara kolektîf de bandorê dikin. Analîza Gamson di destpêka vê pêvajoyê de bala herî zêde ya zanistî kişand ser xwe. Ev sê guherîn ev in: hestkirina neheqiyê, hestkirina hêz û şiyana bandorkirinê û hesta nasnameya civakî (Gamson, 1992; Klandermans, 1997, 2004).

Bi vê yekê, di analîzkirina me ya li ser tevgera «Jin, Jiyan, Azadî» de, armanca me ew kiryara giştî ye ku aliyên derûnî û civaknasî yên tevgerên komî yên armancdar vedikole. Ji bilî vê yekê, ji ber ku armanca vê tevgerê «guhertin» (Change) bû, lewma demografî û erdnîgariya kiryara giştî jî di vê berhevdanê de xwedî girîngiyeke taybet in.

 

Van Zomeren derbarê kiryara giştî de dinivîse:

«Serhev, diyardeya civakî-derûnî ya kiryara giştî wekî her çalakiyeke ku kes wekî endamên komekê ji bo gihîştina armancên giştî, wekî guhertina civakî, pêk tînin, tê pênasekirin.» (Van Zomeren, 2016a)

Bi berçavgirtina vê pênaseya kiryara civakî ya ku Van Zomeren pêşkêş kiriye, em vê yekê wekî bingeh digirin ku gelek berhevdanên têkildarî kiryara giştî an jî bendewariyên ji kiryara giştî di çarçoveya «Tevgera Jin, Jiyan, Azadî» de, ne tenê encama lêkolîneke berawirdî û meydanî ne, lê gelek ji wan nikarin bersiva hewcedariyên îroyîn ên kesên ku dixwazin sedem û awayên pêkhatina kiryara giştî di rewşa niha ya Îranê de baştir fêm bikin, bidin

Pirsgirêk û tevliheviya berhevdana têkiliya di navbera «kiryara giştî» û «Tevgera Jin, Jiyan, Azadî» de vedigere ser sê hêman an guhertinên bandorker di pêkhatina kiryara giştî de li seranserê Îranê. Bo mînak, beşdarbûn wekî encama kiryara giştî dikare xwedî bingeh û derfetên cuda be. Hin faktorên teşwîqker jî dikarin li herêmekê, ji ber taybetmendiyên civakî-çandî yên wê herêmê, heman encam û kiryara giştî çê bikin, lê li herêmeke din bi heman awayî û di heman astê de bandorê nekin.

«Derûniya beşdarbûna sivîl wekî kiryareke giştî, pêvajoyeke tevlihev û piralî ye… Ev derûnî hesabkirina lêçûn û berjewendiyan, nasnameya komî, hest û exlaq wekî aliyên girîng û bi hev ve girêdayî nîşan dide. Di dema krîzekê de ku beşdarbûna sivîl pêdivî dike, hemû ev mekanîzmayên derûnî yên cuda dikarin werin xebitandin.»

 

(Van Zomeren, M., Postmes, T., Spears, R., 2012)

Ji ber vê yekê, eger em dixwazin bersiva sedemên pêkhatina kiryara giştî an jî nebûna wê di têkiliya bi demografî û erdnîgariya şoreşa «Jin, Jiyan, Azadî» re bidin, divê em li gorî taybetmendiyên erdnîgarî, demografîk û civakî-çandî yên gelên Îranê, lêkolîneke kûrtir û meydanî li ser hêmanên bandorker ên pêkhatina kiryara giştî bikin.

Van Zomeren û hevkarên wî di çarçoveya teoriya SIMCA de, piştî vekolîna 182 lêkolînên zanistî yên têkildarî sê hêmanên bingehîn ên vê teoriyê, anko hestkirina neheqiyê, karîgeriyê û nasnameya civakî, gihîştine vê encamê ku her sê hêman, ji hev cuda, bandoreke navîn û sedemî li ser kiryara giştî dikin.

Herwisa, encamên wan girîngiya nasnameya civakî di pêşbîniya kiryara giştî de piştrast dikin û piştgiriyê didin pêşbîniyên sereke yên SIMCA:

A - Neheqiya ku bi awayekî hestyarî tê hîskirin û nasnameya siyasîkirî, li gorî neheqiya bê hest û nasnameya nesiyasîkirî, bandoreke bihêztir çêdikin.

B - Nasname, kiryara giştî li hemberî ziyanên tesadufî û yên avahîsaziyê pêşbînî dike, lê neheqî û karîgerî, kiryara giştî li hemberî ziyanên tesadufî ji aliyê pêşbîniyê ve çêtir diyar dikin.

C - Her sê faktorên pêşbînîker, dema ku tê kontrolkirin, bandoreke navîn û taybet li ser kiryara giştî çêdikin.

D - Nasname di navbera neheqiyê û ravekirina karîgeriya kiryara giştî de wekî pirekê tevdigere.

 

(Martijn van Zomeren, Tom Postmes, Russell Spears, 2008)

SIMCA dikare di berhevdana kiryara giştî a gelên Îranê de bibe amrazeke bikêrhatî. Di vê teoriyê de nasnameya civakî xwedî roleke navendî ye, ji ber ku, li gorî Van Zomeren û hevkarên wî, nasname rasterast rola aktorên civakî ji bo beşdarbûna di kiryareke kolektîf anku giştî de zêde dike. Di heman demê de, ev nasname di ravekirina neheqiyê û karîgeriya kiryara giştî de jî rolekê dilîze.