Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navçe di siya şaştiyên siyasî yên rêjîma Îranê de kawil dibe!

14:41 - 28 Çirriya paşîn 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Di rewşekê de ku guhertinên herêmî û navnetewî bi lezeke bêhempa diherikin, siyasetên derve û hundir ên rêjîma Îranê, ev herêm xistiye ser lêva kendala krîzên kûr ên aborî, ewlehî û siyasî. Nêrînek li ser raportên herî dawî û pêşhatên deverê, di nav de têkiliyên navnetewî, zextên zêde yên dorpêçan û rûbirûbûnên leşkerî û saybêrî, xitimandinekê nîşan dide ku berhema bi dehan salan desthilatdariya îdêolojîk a rêjîma Îranê, rijdbûna wê li ser destêwerdanên herêmî û guhnedana sîstmatîk a ji bo berjewendiyên cîhanê û bi taybetî herêma Rojhilata Navîn e.

Karbidestên payebilind ên leşkerî û siyasî yên rêjîma Îranê di mehên dawî de gelek caran bi girtina helwêstên tund û êrîşkar hewl dane ku bêjin ev rêjîm bi hêz e. Ji axaftinên bi hêrs ên fermandarên Spaha têrorîstî ya Pasdarên Îranê bigire heya daxuyaniyên gengeşebar ên kesatiyên olî yên rêjîmê li ser «tevgera bêsînor û bêdawî», hemû basa nêzîkatiyekê dikin ku li ser înkarkirina rastiyan hatiye avakirin. Digel vê yekê, nirxandinên hûr ên pisporan û raportên saziyên ewlehiyê yên navnetewî piştrast dikin ku ev gotin, perdeyê li ser lawaziyeke mezin hil dide.

Di demekê de ku berpirsên hikûmî û leşkerî yên rêjîma Îranê basa «şikandina dorpêça neftê» û rûbirûbûna zextên derve dikin, aborî û jiyana rojane ya welatiyan di bin givaşên daketinê, kêmbûna çavkaniyan û goşegirbûna navnetewî de hatine pelçiqandin. Rijdbûna rêjîma Îranê li ser parastina komên têrorîstî wek Hemas, Hizbulla, Hosî, Heşda Şeibî û projeyên leşkerî yên pir biha li herêmê, ne tenê ewlehî têk dane, belkî herêm kiriye navenda aloziyên wêranker. Li gorî raportên Pêntagonê û çavdêrên rojavayî, lêçûnên leşkerî yên pir giran û şerxwaziyên herêmî bi milyaran dolar ji sermayeyên neteweyên Îranê xisar kirine, di demekê de ku rewşa jiyanê li Îranê gelek xirab e.

Krîza rewatiyê ya rêjîma Îranê bi siyaseta derve ve sînordar nîn in, di qada navxwe de, makîneya tepeserkirinê bi hemû hêza xwe karê xwe didomîne da ku dengê her cure nerazîbûneke sivîl bibire. Derxistina cezayên giran, di nav de darvekirin û girtîgeha demdirêj ji bo xwepêşander û çalakvanên sivîl li Kurdistan, Belûçistan û Ehwazê, tirsa kûr a desthilatdariyê ya ji îradeya van neteweyan a ji bo guhertinê nîşan dide. Rijdbûna rêjîma Îranê li ser cîbicîkirina cezayên darvekirinê ji bo ciwanan û binpêkirina mafên mirovan, belgeyek e li ser vê rastiya tal ku rêjîma Îranê tenê li ser bingeha tirsandin, êşkence û tepeserkirinê hatiye avakirin.

Di asta navnetewî de jî hevpeymaniyên herêmî û cîhanî yên li dijî siyasetên wêranker ên rêjîma Îranê roj bi roj tengtir dibin. Ji opêrasyonên saybêrî yên êrîşkar ên artêşên mezin ên cîhanê li dijî pêşesaziya saybêrî yên girêdayî desthilatdariya rêjîma Îranê bigire heya guhertina hevsengiya hêzê li Iraqê û vekişîna gav bi gav a komên têrorîstî yên ser bi rêjîma Îranê ji deverên cuda, hemû goşegirkirina stratêjîk a têoriya «bereya berxwedanê» nîşan didin. Di rewşekê de ku berpirsên payebilind ên rêjîma Îranê îdiayê dikin ku hevpeymaniyên cîhanî yên li dijî Tehranê hatine şikandin, rastiyên berbiçav ên dîplomatîk basa girtina rêyên aborî yên rêjîma Îranê û tengtirbûna xeleka dorpêçan dikin. Ev jî nîşan dide ku pêkhateya siyasî ya desthilatdariya rêjîma Tehranê, xwedî wê nermbûna pêwîst nîn e ku xwe li gel rastiyên cîhanî biguncîne.

Rijdbûna dezgeha dîplomasiyê ya rêjîma Îranê li ser girtina helwêstên êrîşkar û gefxwarin li welatên cîran û hêzên cîhanî, ev rêjîm xistiye nav rewşa goşegirkirinê. Wezîrê Derve û berpirsên din ên desthilatdariya rêjîma Îranê di demekê de basa hewldanên ji bo firotina neftê û pûçkirina dorpêçan dikin ku binesaziyên ênêrjiyê yên rêjîma Îranê ji ber nebûna veberhênanê û kevinbûna amûran, şiyana bersivdayîna pêdiviyên bingehîn jî nîn in. Siyasetên ku jê re dibêjin «aboriya berxwedanê» di pratîkê de tê wateya sepandina zexteke zêdetir li ser debara jiyana pêkhateyên jêrîn û navîn ên civakê, di demekê de ku desthilatdar û saziyên leşkerî mifahê ji rantên mezin ên vê aboriya girtî werdigirin.

Neteweyên erdnîgariya derewîn a Îranê, berdêla giran a rêveberiyeke neaqilane, bêkêr û şerxwaz didin. Rijdbûna rêjîma Îranê li ser berdewamiya doktrîna krîzçêkirinê, herêm ber bi şerekî giştî ve biriye. Derketina ji vê rewşa karesatbar, pêdivî bi guhertineke bingehîn di pêkhateya siyasî de û bidawîanîna siyasetên îdêolojîk heye ku berjewendiyên neteweyên herêmê kirine qurbaniyên armancên xeyalî yên rêjîma Îranê.

Tenê bi rêzgirtina li mafên bingehîn ên neteweyên herêmê û têkiliya avaker a bi cîhanê re mirov dikare hêvî bike ku herêm ji vê tundûtûjî, goşegirbûn û hejariyê rizgar bibe; armancek ku pêkhatina wê pêdivî bi hevgirtina li dijî rêjîma Îranê, hişyariya giştî û vîna hevbeş a welatên herêmê ji bo avakirina pêşerojeke azad, geş û dêmokratîk heye.