Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

40 ji sedê a birîndarên bûyerên hat û çûnê di nexoşxaneyên Urmiyê de canê xwe ji dest didin

12:51 - 20 Şibat 2014

Kurdistanmedia: di heyamê 11 heyvên destpêkî yên îsal de, 433 hemwilatiyên parêzgeha Urmiyê bi hegera bûyerên hat û çûnê canê xwe ji dest dane.

Nojdarê yasayî yê Parêzgeha Urmiyê da eşkere kirin ku, di heyamê 11 heyvên destpêkî yên îsal de, 433 hemwilatiyên parêzgeha Urmiyê bi hegera bûyerên hat û çûnê canê xwe ji dest dane.

Rêyên navbera bajarên Urmiye - Mhabad, Urmiye - Selmas, Urmiye - Myandawa, Selmas - Mako û Miyandawa - Bokan, zêdetirîn bûyerên at û çûn kirinê bi xwe ve digirin. Amara nojdarê yasayî dide xuya kirin ku 40 ji sedê yê birîndarên bûyerên hat û çûnê ji nexoşxaneyên Urmiyê canê xwe ji dest didin.

Kêmiya alavên pizişkî û kadirên dermanî ji nexoşxaneyên Kurd akincî, rêjeya qurbaniyên wan bûyeran zêdetir kirî ye.

Her di vê derheqê de, asta evlehî a rêya navbera Seqiz û Banê, bi hegera hat û çûna Nafit hilgiran bo bazarçeya sinûrî, cemed û xirabiya wan rêyan, bûye sedemê zêdetir bûna bûyerên hat û çûn kirinê.

Herwisan li gor nûçeyên belaw bûyî, birîndarên wan bûyeran piştî veguhastina wan bo nexoşxaneyên wan du bajaran, piştî çavnihêriyek zaf û bi hegera nebûna alavên nojdarî û kadirên dermanî, bo bajarên der dor tên şandin. Nebaş bûna rêyan û berçav negirtina sitandardên cîhanî û nebûna hêzên mirovî yên hewce ji nexoşxaneyan, di salê de dibe sedemê mirina çandîn hamwalatiyên Kurd.