N. Elî Munezemî
Hêgêl dibêje ku di navbera hikûmetan de, dema wîst û daxwazên diyar nekarin bingeheke hevpar peyda bikin, dibin sedema derketina şer. Rastiya wê yekê di şer û pevçûnên navbera Îran û Îsraîlê de xwe da eyankirin. Daxwaza Îranê gihîştin bi seerdestiyê di herêma Rojhilata Nawîn de ye û ew yeka jî dijberî daxwaza Îsraîlê ye ku cehdê dike bi her awayeke mumkin xwe biparêzê û nehêle ku carek din tûşê qirkirinê were. Serdestiya Îranê ku di wê demê de cehd dike bo nehêlana Îsraîlê, tam berevajîya wîst û daxwaza Îsraîlê e. Bes bo herduyên wan hikûmetan, şer wek dirêjahiya siyasetê, liser bingeha daxwazên wan, tişteke ne ciyê înkarkirinê ye. Ew şera herçend ku bi dehan sale didome, lê di heyamê wan çend heyvên derbasbûyî de gihîştiye xaleke hestyar û pêkdadan û hêrişên rasterast liser hev. Di wê gotarê de yê ew nakokî û pevçûn di bin siya teoriyên pêywendiyên navnetewî dê bikeve ber tîrojkan û zelalkirinê.
Di teorîyên nakokiyan de Anatol Rapoport bas li sê awayên nakokiyan dike ku ew sê şêweyên nakokiyan bo pêywendiyên navnetewî jî rastin.
1. Pevçûn û pêkdadan: Hander yan motîvasiyonên dijminatiya dualiyane ye. Şer bi wê taybetmendiyê ye ku aliyên pevnakok hewl didin liser hevûdu de bi ser kevin an jî hevûdu tune biki. Aliyên dijber cehdê dikin ku argûment û delîlên hev di şereqise de bikujin û hindî ji destê wan were hev rezîl û riswa bikin.
2. Lîstik: Anku aliyên dijber hewl bidin di çarçoveya yasayan de hevdu dewr lêdin. Mebesta lîstikan serkeftin e, bêyî ku hecet û delîl rast bin, an ne rast bin, wek "lîstika pisîkê bi mişk re" be.
3. Munaqişe û behs: Berevajî ew awayên serve, di nîqaşan de armanc ewaye ku dijber bigihîje qenaetê û raya xwe biguhere.
Ew sê awayên nakokiyan bo wê hindê li aliyê Anatol Rapoport ve hatine danîn ku aliyên dijber bikarin li şer û lîstokan xwe xilas bikin û bikarin li rêka nîqaş û diyalogê ve pirsgirêkên xwe çareser bikin. Lê ewa ku xûyaye, pêywendiya navbera Îran û Îsraîlê rêyek berevajî girtiye pêşiya xwe û li dostayetiyê ve gihîştiye şer û pevçûnan. Ewê yekê jî niha rewş hind aloz kiriye ku hemû welatên zilhêz û xwedîberjevendî anîne ser xet ku bikarin wê nakokiyê bi awayekê kêmzerer çareser bikin û carek wê nakokiyê pileyekê daxînin jêr.
Di wê nakokiyê de niha ku herdu alî gihîştine peyçûnên rasterast, piştî êrişa hajekî û dronî a Îranê, niha hemû aliyek çavên wan liser berteka Îsraîlê e. Helwesta karbidestên Îsraîlê nadin xûyakirin ku ew xwe li şer paşve bikşînin û bi awayek din tevbigerin. Bersiva Îsraîl, dikare pêşeroja Rojhilata Navîn diyarî bike û ew yeka yê bandora xwe ser rewşa kurdan bi giştî û kurd li Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê bixasmanî hebe. Liberku Îran hem dagîrkerê perçek li Kurdistanê ye, hem di birêvebirina Îraqê de rolek sentral heye û hem jî piştîvan û hevpeyman û parêzvanê hikûmeta dagîrker a Sûrîyê ye. Ew yeka jî argûmentek bihêze ku hêz û hereketên kurdî bikarin cih û eniya xwe di wî şer û nakokiyê de destnîşan bikin.
Xalekê din jî heye ku bandora kurdan û bixasma şûn û pêgeha Başûrê welat di wê aloziyê de dike xwediyê girîngiyek taybet. Eger ew şer û alozîyane kêmser jî bibin, bi îhtimalek zaf yê welatên hevpeymanê Îsraîl, qelxan û mertalên xwe bo parastina Îsraîlê yê di herêma Kurdistanê de cihgîr bikin. Ew yeka hem dikare fersend be bo kurdan di wê perçeyê de û hem jî dikare bibe tehlûke. Kurd dikarin hemû tehlûkeyan biguherin û bikin fersend eger yekgirtî bin û xwe li bin sî û bandora rejîma Îranê de derxînin. Kurd dibe herwisa xwediyê pilanên xwe be û wê carê xwe neke qurbanî bêy ku wîst û daxwazên wan di pîlan û projeyan de cih girtibin. Kurd dikare kartên xwe û helkewta jêopolîtîka kurdistanê bo armancên xwe bikar bîne û doza azadiya kurdistan baştir li her demekê pêş bêxe.