Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa Îranê

17:19 - 24 Nîsan 2024

N:Kofîxwar 

 

Li gorî nûçeyên rojevê dewleta Amerîki ji zû ve kap kiriye li hûstiye Îranê. Heta lê bê li nav dev û diranên  xwe de ji wir wê de wê kaş bike. Amerîka çima ku bê li gorî hesabî wî hêza Îranê her carê xerç dike, rê nade ku ew piçekî bi xwe bê. Beriya hewldaneke Îranê, Amerîka yekser mijûlekê pe re derdixîne. Amerîkayê xwe bi Êraq, Efxanistanê ve ceribandiye, tu carî bi destên xwe ve lawazkirina tu dewletekê nake. Tenê bi aşkere an hişyariyan dide an jî bi ser UNê daxwazên xwe pêk tîne. Rêbaza wê  ev e. Amerîka Fêlbazekê mezin e, agir geş dike lê destên xwe nake li nav agir. Rewşa dewletan dizane, li gor wê jî her 15-20 salan bi dilê xwe li dinyayê ji nû ve dîzayn dike. Peşiyê dewletan ji hundir ve lawaz dike, bes paşê desteser dike û hefsarên wan hildide bi destên xwe..Tê zanîn ku bi şoreşa bihara Erebî ve li Rojhilata Nawîn bigir heta Efrikayê gelek dewlet lawaz xistin, ji nû ve dîzayn kirin. Ji pey re bi êrişên Daîşê ve dest avêtin li dewleta Sûrî ku pişta wê Rûsî hebûn. Bi piştgirîya PYDê hîn dever kirin di bin kontrola xwe. Bi şerê Ukranî-Rûsî ve jî Rusya ji Surî derxistin. Bes xwe hêj li wir in, hem jî têr û tije berûbarûd, cebilxaneya xwe ve. Projeya dîzaynkirina Rojhilatê jî bi dehan sal in bi destan e ku pê de pê de bi dîzaynan ber bi Îranê ve tê. Bona vê dîzaynê, bona çêkirina rêyên nû, yên bazirganiyê çi astengî hebe yekoyek ji holê radike. Şerê Ukranî-Rûsî  jî perçeyek ji vê planê bû. Xwest bi şerê Ukranî-Rûsî  ve Yekîtiya Ewrupî pitir Alman û Firansê bi xwe ve girebide. Xwest dewletên ku li derveyî natoyê(İskandinavî) ne têxe bin sîwana Natoyê herweha ya xwe. Nişanî wan da ku ew şer wek gefekî mezin e, wek metirsiyeka êrîşanan e ya li ser dewleten Ewrupî. Şerê Ukranî-Rûsî di alîkî de hem lawazkirina Îranê ye hem jî lawazkirina piştgirîdayîna Rûsan bû. Helbet wekî bi van gotinan ewqasî hêsan û rekûpêk ev plan bi rê ve neçû. Hîn caran tiştên ne hesapkirî derketin. Tenê piçek armanc dereng ket. Lê yekoyek plan bi cî tê. Hezkî bi dehan, bi sedan insan bêne kuştin an jî bibin koçber ne xema wan e. Xwe degiravî hiquka pergala şêr heye, bes xeynî armanca wê tu tişt girîng nîne. Şerê Xezzê jî perçeyek ji vê armancê ,ji hewldaneka dizaynê ye. Jixwe Netenyahû çend roj berê gotibû tu kes, tu hêz nikare me ji dûrî vê armancê bixe. Niha tê dîtin ku Îranê çong daye. Amerîkayê dîyar kir ku em  tim û tim bi Îsraîlê re ne. Ji ber ku biqasî mîlyonan cihû li Ewrûpayê li Amerîkayê dijîn, dîasporeka xurt in. Bandora wan li ser Ewrûpîyan, Amerîkîyan heye. Bandora bi hêzbûna wan e ku Îran piştî êrişa ku Îsraîlê li Konsûlxaneya wan ya li Şamê kir bi kuştina çend fermandarên wan ên mezin, bi kuştina zarokên Îsmaîl Henneyê ku Serokê Hamasê bû çû li Amerîkayê. Got bila Îsraîl dev ji vî şerî berde, hişyariyê bide ku Îsraîl bi dawîkirina êrişan bike. Amerikîyan jî serê wan mizda got”belê belê.”Îran bi xwestina xwe gava ku çû li ber derîyê wan êdî xilas çong daye li erdê. Ji vê wek lawazbûna Îranê binirxînin. Li gorî zanyariyên nûçeyan Îsraîlê  gelek zirar daye li Hamasê herweha li Îranê. Îsraîl ne tenê bi Hamasê re şer dike bi heman demê de bi pîyonên Îranê re yên derûdorên sinorên dewleta wê ne şer dike. Di alîkî de êrişî Hûsiyyên li Yemenê, di alîkî de yên li Lubnanê dike ku bi hêsan biçe li ser îranê, têxe rêzê xwe. Bi raya min li navbera Îranê û îsraîlê şerekî wek yê Xezzeyê dernakeve. Ji ber ku Amerîka naxwaze. Bes dixwaze Îranê ji nû ve dîzayn bike, dibe ku bi şêweya federatîf, ne ji hole rake. Jixwe xelkê Îranê dixwazin li ser axa xwe xweyî erk û serweriya xwe bin, dewleta xwe ya dêmokratîk ava bikin. Anku mafên xwe yên bingeh ên self determinîzmê bi kar bînin. Bawer bin Kurd û Belûcî ji sedî sed di vê hizrê de ne. Lê Faris tu carî naxwazin dagiriya Kurdistan û Belûcîstanê xilas bibe. Lewma divê kurd û Belûcî bi fêlên Farisan neyên xapandin. Ji ber ku hewleke Farisan a bi vî hawî heye. Hizra Farisan eve ku malbata Şah Pehlewî vegere û hemû neteweyên Îranê bi pergala Pehlewîyan li bin siwana dewletê anku bi serweriya farisan bijin. Neteweyên ku bi dagirkeriyê ve serwerî yên din bin nikarin pergaleka nû derxînin, nikarin pirsgirekên xwe çareser bikin. Nikarin tu carî dêmokratîze bibin. Di meya wan de tiştekî wusa hîç nîn e.

Tirkiyê ve bigire heta Dewletên Ewrupî heger Îsraîl êrîşî li ser Îranê bike, Naxwazin pirûskên şêr bipeşke welatên wan. Lewma têkîliyên li gel Îranê û Îsraîlê dane sekinandin. Hatin û çoyîna balafiran rawestandin, danûstandina bazirganiye kem kirin. Lê hêj hemwelatiyên xwe ji Îranê dernexistin bi raya me  şerê herdûyan dest pê nake. Belê Îran lawaz bû wê her biçe lawaz jî bibe. Ji zû ve ye Amerîkayê dorpêça aborî daniye li ser. Bi sedema wê li nav Îranê aborî gelek xirab e. Zexteka mezin ya siyasî aborî, hizrî li ser xelkî Îranê heye. Her roj ciwanen kurd yên siyasî an ne siyasî yên ku neçar mane kolberiye dikin bi destên pasdaran bi hêsanî têne kuştin. Îran niha wek dûpişkekê ketiye kêmine dora wê dorpêç kirine û agir pêxistine. Yan wê bi agir yan bi jehrê ji nav biçe...Jehra wê jî Kurd û Belûcî ne. Dawiya dawî rejîmê ji pey şerê Îsraîlê têk biçe. Wê an reformîze bibe an jî  fedaratîv.

ji sedema ku di dewletekê de heger insanên wê jê nerazîbin dawîya dawî ew dewlet an jî pergala wê  têk biçe, xilas! Ya rasti pêşeroja her perçeyen Kurdistane hekî bi rewşa Îranê ve ne girêdayî nebûya ne xema me bû têkçûyin, ne jî serkevtina wê. Niha Rojhilatê Kurdistanê bindestên dewleta Îranê de ye, Başûr li kêlega wê ye, herweha Rojava û ya perçeyên mezin Bakûr jî. Hemû dagirkerên Kurdistanê ji hêla Kurdistanê de helwesteka jênosîdkar li hev kirine. Bes wek morikan bi lawazbûna Îranê ve ew ên  belaw bibin. Ji bo kurdan ew ê bibe fersendeke pir mezin. Heger kurd bi helwesteka neteweyî bi xwestineka israr îstiqrar doza Kurdistanê serbixwe nekin, dê di bin lepên dagirkeran de dîsa her roj belewela bêne kuştin, dê dîsa heta demeka dirêj bindest bin, xûlam bin.

Divê wek nan û avê pêdivîya kurdan bi dewletê hebe.