Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Akinciyên bajarên Îlamê, li kêmiya xizmetguzariyan bêzar in

14:54 - 10 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Arîşe û kêmiya xizmetguzariya bajarokên Îlamê, piştî bi bajar bûna wan jî, berdewam e.

Li gor raporta Kurdistanmedia û piştrast bûn bi nûçegehaniyên hundir, arîşe û nebûna xizmetguzariya bajarên parêzgeha Îlamê ku di vê dawiyê de fermandarî ji wan re hatiye dayîn, roj li roj zêdetir dibe û akinciyên wan bajaran weke yekem goriyê wan kêmxemiyên rayedarên rejîmê dên hesibandin.

Melekşah ku zêdeyî 5 salan e bûye bajar, akinciyên vê li nebûna xizmetguzariyên herî destpêkî dinalînin û nebûn û dabîn nekirina bûdcê arîşeya akinciyan zêdetir kirye.

Ew bajar heya niha jî li nebûna îmkanatên rê û bana, saxlemî û bêhdaştî bêpar in û tu gavek ji bo çareser kirina wan nehatiya avêtin.

kurdistanmedia heya niha çendîn raport li ser revşa nebaş a dewa û derman û zirûfa ne baş a avidaniya bajarên ser bi parêzgeha Îlamê bilaw kiriye.

Her di vê derheqê de, berwara 9 pûşpera sala 1392 a Rojî, bajarê Beder piştî li dîv çûna nûnerê berê yê Dêhloran, Dereşar û Abadanan li perlimantoya Rejîma Îslamî a Îranê, di rûniştina fermî a dewletê de, bi bajar bûna wan hat pesend kirin.

Lê mixabin serbarê bi bajar bûna wan heya niha jî, xelkê wî bajarî, li dest nebbûna Îmkanatên xizmetguzariyê, bêzar in.

Bi bajar bûna Bederê tenê di ware xerîteya cuxrafî we hatiye diyarî kirin û tu gavek bi kiryar jêre nehatiye avêtin û heta fermandarî jib o wan nehatiye diyarî kirin.

Serbarê şikestxwarina siyaseta bi bajar kirina parêzgeha Îlamê, û tenê di çarçoveya navekê de maye û rêjîm li ser vê siyasetê berdewam e û di vê dawiyê de jî, yek ji endamên Komîsyona Evlehiya Mîlî û siyaseta derekî a rejîmê, nûçeya bi şaristanî kirina bajarê Hîlanê bilaw kir.