Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîka: Rejîma Taranê, piştgîriya Elqaêdê li Sûriyê dike

13:22 - 9 Şibat 2014

Kurdistanmedia: wezareta xezênedarî a Amrîkayê da xuya kirin ku rejîma Îslamî a Îranê, piştgîriya tora terorîstî a Elqaêdê li wilatê Sûriyê dike.

Rojnameya Wal Sitrît Jûrnal, ji zimanê dewleta Obama, Serkomarê Amrîkayê da zanîn ku, rejîma Îslamî a Îranê, piştgîriya tora terorîstî a Elqaêdê li wilatê Sûriyê dike.

vê çavkaniyê da xuya kirin ku, rayedarên Amrîka, Sipaha Pasdaran a Rejîma Îslamî a Îranê, bi rêkewtin tevî endamên Elqaêdê sûçdar kirin û wilatên Rojawa û Erebî di vê baweriyê dene ku rejîma Îranê, bi merema bihêz kirina rejîma Esed, piştgîriyê ji vê pêvajoya terorîstî dike.

pester jî, wezareta xezênedarî aAmrîkayê, 3 rayedarên Sipaha Qodis a ser bi Sipaha Pasdaran, bi hegera piştgîrî kirin ji Talibana Efxaniztanê, tehrîm kiribûn.

Herwisan vê wezaretxanê endamekî pile bilind yê Elqaêdê, bi hegera veguhastina hêza Milîşiya li rêya axa Îranê bo Sûriyê dorpêç kirbû.