Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şendekî PDKÎ di rêûresma selvegera avakirina PDKS de

15:00 - 18 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Şanekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li 57’emîn salvegera avakirina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê pişikdarî kir.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Duşemî bervara 16’ê Hezîran a 2014’an, heyetek ji pêwendiyên PDKÎ li bajarê Hewlêrê bi serperestiya Mihemed Salih Qadirî endamê Komîteya Navendî a PDKÎ, ku bi fermî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDKS) ve hatibûn gazî kirin di 57’emîn salvegera avakirina vê partiyê de pişikdarî kir.

Şanda PDKÎ di rêûresmê de pîrozbahiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi vê bonê bi Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê ragihand.

Heteya PDKÎ di vê rêûresmê de tevî hejmarekî berçav ji nûnerên Partî û aliyên Kurdistanî hevdîtin pêk anî.