Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

bi hegera, sir û seqema zaf, gaza bajarên Sehne û Banê qut bû

19:23 - 4 Şibat 2014

Kurdistanmedia: bi hegera barîna befrek zaf û daketina pileya germayê, gaza bajarên Sehne û Banê qut bû.

Nûçegehanên hundir, dan xuya kirin ku bi hatina werzê zistan û sir û seqemek zaf we, gaza nawa kolanên bajarê Sehne qut bûye û sistema gehandina gaze ji wî bajarî tûşî arîşeya teknîkî bûye û ew yeka jî bûye cihê nigeraniya xelkê wî bajarî.

Her di vê derheqê de gaza 30 ji sadê a bajarê Banê jî bi hegera sir û seqemê qut bûye.

Lê ewa di demekê de ye ku rejîm gavên hewce bû çareser kirina wê yekê navêje û li ser hinardekiirina gaze bo wilatên cîran berdewam e.