Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bîranîna mamosta Ebas Kemendî li Sine bilind hat nirxandin

21:08 - 21 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Di pêxema bilind nirxandina bîranîna mamosta Ebas Kemendî, rêûresmekî taybet bi nîşandana 6 pirtûk ji pirtûkên navbirê, birêve çû.

Nûçegihaniyên parêzgeha Sine bilav kirin, rêûresma han êvara roja Pênçşemî 19’ê Hezîran a 2014’an, di vî bajarî de birêve çû û têde 6 pirtûkên mamosta Ebas Kemendî ji raya giştî re hatin nasandin.

Panêla yekem bi amadebûna çendîn nivîskar, edîb û henrmend û malbata Ebas Kemendî birêve çû.

Li gor raporaan di panêla duyem de 6 pirtûkên Ebas Kemendî ji raya giştî re hatin nasandin.