Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar gundên Bokanê rêya hat û çûnê nûjen dikin

19:07 - 12 Şibat 2014

Kurdistanmedia: kêmxemiya berpirsan û guh nedan û girîngî nedan bi ware avedan kirinê li Kurdistana Îranê, xelk bêzar kirye û xelk bi tewawî ji gehandina xizmetguzariyan ji aliyê rejîmê ve bê hêvî bûne.

li gor raporta kurdistanmedia; rêya hat û çûn kirina 4 gundên bajarê Bokanê, bi navên Alî Kend, Espoxe, Hebas Awa û Mela Ler, bi qasî 20 km, heyamê zêdetir ji 4 salan çavnihêrê nûjenkirinê ne û hemî salê rayedarên rejîma Îranê soza çêkirina wan didin, lê heya niha tu gavek neawêtine.

Hemwilatiyekî haydar ji kurdistanmedia re da zanîn ku; rayedarê rejîmê hemi sale di boneyên taybet yên rejîmê de, soza çêkirina wê rêyê didin, lê ne tenê cî bi cî nakin mixabin di dema dîv re çûnê de jî bersiva xelkê nadin.

Navbirî got ku niha xelkê wan 4 gundan bi xwe, pere kom kirine û bi kirê girtina Loder û Boldizêran, dest bi nûjen kirina wan rêyan kirine.

Ew nûjen kirina wan 4 gundan anku xîzrêj kirina wê 3 rojan berdewam bûye.