Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di sê mehên Bihara îsal de, 44 haletên agirkirtinê di Merîwanê de qewimîn e

15:33 - 21 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Bi şewata xwezaya derdora gundê Nişkaş li Merîwanê, 44’emîn haleta agirketinê li bajarên Merîwanê û Sewlawa di sala 1392’a Rojî de, rû daye.
Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Pênçşemî bervara 19’ê Hezîran a 2014’an, daristanên gundê Nişkaş a ser bi devera Merîwanê, ji aliyê kes an kesên nasnekirî di nav agir de şewitîn.
Ew agirketine bi hewl û mandîbûna endamên encumena kesik a çiyayê Merîwanê û di çarçoveya 6 komên agir vemirandinê a wê encumenê de, paş 8 demijmêran hat kontero kirin.
Rêjeya xisar û zirarên agirgetina daristan û zozanên derdora gundê Nişkaş, 50 hiktar ragihandin e.

Di sê mehên Bihara îsal de, 44 helatên agirketin li daristan û zozanên bajarên Sewlawa û Merîwanê qewimiye.

Di wê pêwendiyê de roja Pênçşemî 19’ê Hezîran a 2014’an, di navbera du gundan bi navên Bewrawa û Binçile a ser bi bajarê Riwanserê, cihek bi navê çiyayê Gunagurg di nav agir de şewitî.

Endamên “Encumena ciwnên jîngehpara Ciwanro” û endamên “Encumena kesik a Mapirês” bi alîkariya hemwletaiyan karîn paş du demijmêran agir konterol bikin.