Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du Helîkopterên rejîma Îranê berdewam hêzê ji devera Kêleşînê re vediguhêzin

20:04 - 24 Gulan 2015

Kurdistan Media: Du Helîkoptirê rejîma Îslamiya Îranê berdewam hêzên Sipaha Pastaran û hêzên xwecihî ji bo devera Kêleşînê vediguhêzin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ji dejimêr 9’ê sibêdya îro yekşemî, 24’ê gulanê, Sipaha Pastaran a rejîma Îslamiya Îranê bi du Helîkopteran ve, berdewam hêzên Sipaha Pasdaran û hêzên xwecihî û dardestên xwe bo devera Kêleşînê dişînin.

Li gor vê raporê, her du Helîkopterên han heya niha jî bi berdewamî hêzên rejîmê ji bo şer û berbirû bûna li gel pêşmergên PDKÎ re vediguhêzin.

Serê sibeha îro yekşemî 24’ê gulanê, hêzên PKK piştî sê hefteiyan dorpêçkirina hêzên pêşmergên PDKÎ, êrîş birine ser wan û di encamê de jî, du pêşmergên PDKÎ şehîd bûne û hejmarek jî birîndar bûne.

Piştî êrîşa çekdarên PKK bo ser pêşmergên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û şehîd bûna du pêşmergên vê Hizbê, pêşmergên Hizbê jî bona berevanî kirin ji xwe, dest bo çekê birine.