Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

du hemwilatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê li bajarê Sinê hatin dest bi ser kirin

13:42 - 18 Şibat 2014

Kurdistanmedia: şîpela dest bi ser kirina hemwilatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî a Îranê we berdewam e û vê carê jî li bajarê Sinê du hemwilatiyên kurd hatin dest bi ser kirin.

Kempeyna berevanî kirin ji girtiyên siyasî û sivîl da xuya kirin ku, di heyamê hevteya derbasbûyî de, 2 hemwilatiyên Kurd yê bajarê Sinê û Kamiyaranê ji aliyê hêzên evlehî yên Rejîma Îslamî a Îranê we hatin dest bi ser kirin.

Feramerz Kawyanî, kurê Seîd navê wî hemwilatiyê kurd e ku ji aliyê hêzên evlehî yên Rejîma Îslamî a Îranê we hatiye dest bi ser kirin û niha tu pêzanîn li ser qedera wî ne xuya ye.

Ji aliyek din we, Yezdan Bacelanî, hemwilatiyê Kurd yê xelkê bajarê Kamiyaranê, hefteya borî ji aliyê hêzên evlehî yên Rejîma Îslamî a Îranê we hat dest bi ser kirin û ji girtîgehê re hatiye şandin.

Li gor rapora amara Kurdistanmedia, li destpêka heyva befranbara sala 1392an a Rojî heya niha 31 hemwilatiyê Kurd ji aliyê hêzên evlehî yên Rejîma Îslamî a Îranê we hatine dest bi ser kirin.