Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd bi dana zemanetê hat azad kirin

15:57 - 11 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Mihemed Ezîzî, girtyê siyasî yê Kurd, xelkê bajarê Seqizê, bi zemaneta 80 milyon timenî, bi awayek demi, serbest hat berda.

Li gor raporta Kurdistanmedia; Mihemed Ezîzî kurê Celal, girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê herêma Serşêw a bajarê Seqizê, ku li destpêka Rêbendana sala 1392an a Rojî, bi sûçê harîkarî kirin tevî partiyek opozisyona rejîma Îranê, hatibû dest bi ser kirin, bi dana zemanetek 80ê milyon timenî bi awayek demi serbest hat berdan.

li gor wê raportê, ew zîndaniyê siyasî, biryar e, car din dadgehê re bihê gazî kirin û car din bihê dadgehî kirin.

Mihemed Ezîzî kurê Celal, temen 30î salî, pester anku zistana sala 1387an a Rojî, ji aliyê hezên evlehî yê Reîma îslamî a Îranê we, li gundê Merxoza a ser bi Herêma Gewrokayetî a Seqizê, hatibû dest bi ser kirin û piştre 6 sal zîndanî bi ser de hate sepandin û piştre li dadgeha pêdeçûnê, ew hikim hat pişt rast kirin.

cezayê 6 sal zîndanî yê navbirî li encama nerazîbûna wî û parêzerê wî, ji dadgeha bilin a welêt re hat şandin û cezayê wî bo 5 sal hebsa tezîrî hat kêm kirin.

sala 1387an a Rojî, Mihemed Ezîzî tevî birayê xwe yê bi navê, Cemal Ezîzî, hat dest bi ser kirin û piştre Cemal piştî 1 sal hepsî kirin serbest hat berdan.