Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hesen Rûhanî dibêje“Nabe ti nirxa çi tiştekê bê hevahengî digel stada aborî bilind bibe”

11:45 - 4 Adar 2021

Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî daye zanîn ku nirxa hewcehiyan bê hevahengî digel stada aborî nabe zêde bikin, lê nedaye zanîn ku danîna nirxa li ser hewcehiyan di bazaran de li destê kê û çi aliyekê de ye.

Roja Çarşemî 3ê Adarê, Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî rû bi Elîriza Rezm Husêynî, Wezîrê “Pîşe, Kangeh û Ticaret”ê, “”  û Kazim Xawazî Wezîrê Cehada Werzêriyê, tekezî kiriye ku nabê bê hevahengî digel stad a aborî nirxa ti hewcehiykî zêde bikin, lê Serkomarê Rejîma Îranê ti basek li ser rola bingehîn a delalan di danîna nirxa hewcehiyan di bazaran de nekiriye.

Pêka gotina nûçegihaniya “IRNA”ê ew peyama Hesen Rûhanî ji aliyê berpirsê ofîsa Serkomariya Îranê, “Mehmûd Waizî ve bo Wezîrê “Pîşe, Kangeh û Ticaret”ê û Wezîrê Cehada Werzêriyê, hatiye şandin.

Rejîma Îranê ku ti kontrolek li ser ticareta,hewcehî, alav û emrazan li derveyî Îranê û bazarên hundir  tinîne, bi wê sedemê rejîma Îranê şiyana danîna nirxan li ser alav û emrazan û herwisa hewcehiyên xelkê tinîne û gotina Serkomarê Îranê bi tenê çewtekarî ye.