Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kadkarek Kurd li bajarê Merîwanê canê xwe ji dest da

14:57 - 8 Şibat 2014

Kurdistanmedia: kadkarek Kurd yê xelkê herêma Merîwanê, bi sedema bûyera şolê ji dukanek pençergîriyê de, canê xwe ji dest da.

Li gor nûçegehaniya Kurdistanmedia; berwara 6,02,2014an a Zayînî, kadkarek Kurd yê xelkê gundê ‘’Baram Awa’’, bi navê ‘’Selman Mihemediyan’’, kurê ‘’Mihemed’’ yê temen 28 salî, bi sedema bûyera şolê anku dema pençergîriya maşînekê û berbûna alava pençergîriyê canê xwe ji dest da.

Navbirî xudiyê jin û 2 zarokan e û piştî vê bûyerê, ji binkeya nojdarê qanûnî re hatye şandin û piştre bi merema teslîm kirina termê vî bi axê re, bo gunned bab û kalên wî anku Baram Awa re hatiye veguhastin.

Li gor Amara Kurdistanmedia; li destpêka heyva yekem a zistana îsal ve heya niha, 19 kadkarên Kurd li Kurdistana Îranê, bi hegera bûyerên şolê we cane xwe ji dest dane û yan jî birîndar bûn.