Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malbatên şehîdên PDKÎ, bersiva nerênî dan bi nûnerên rêberê rejîmê

15:17 - 24 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Malbatên şehîdên PDKÎ piştî daxwaza hêzên Îttilata Sipaha Pasdaran a rejîmê ji bo harîkarî kirin tevî dezgehên evlehî yên rejîmê, bersiva nerênî dan wan.

Li gor raporta Kurdistanmedia: berwara 13,02,2014an a zayînî, hêzên Sipaha Pasdaran a rejîmê di bin navê rêz girtin ji şehîdan, serdana gundê Qere Gol a herêma Çemê Mecîd Xan kirin û bi nûneartî kirin ji aliyê Rêberê Şoreşê, lewha rêzgirtinê pêşkeşî malbat û kes û karên şehîdan kirin.

Hêzên Evlehî yên rejîma Îranê daxwaz ji malbatên wan şehîdan kirye ku harîkariya hêzên evlehî bikin, lê malbatên şehîdan bersiva nerênî dan wan.

Hemwelatiyekî wê herêmê ji kurdistanmedia re got, malbatên wan şehîdan ne tenê li hember wê kiryara rejîmê de nerazîbûna xwe dan xuya kirin, belku zêdetir ji berê kerb û bêzariya xwe ji vê siyaseta têkderane a rejîmê di navbera xelkê û partiyên azadîzwaz de dan eyan kirin.

Ew kiryara rêber û nûnerê Îttilatê di demekê de ye ku piraniya akinciyên gundên kurdistanê ku kes û karên wan bûne goriyê siyaseta dîktatorxwazî a rejîmê û bi salan e ku ji tev xizmetguzariyekî hatine bê par kirin û di zirûfekî emniyetî de dijîn.

Berê jî akinciyên gundê Qregol a li herêma Çemê Mecîd Xan, bi meşek sembolîk bo ser tirba goriyên vê bûyera dil êş ji aliyê rejîma Îranê we hatibû encamp dan, bîranîna wan şehîdan rêz girtin û ew nûçe pêştir di kurdistanmedia de hatibû weşandin.

Heyamek berî niha jî, di nameyekî Xamineyî de ji bo kes û karên şehîdên rêya azadî û rizgariya Kurdistanê, li bajarokê nelos a ser bi bajarê Şinoyê, ew bi şehîdanê lêbandî ji aliyê bi gotina wan dijî şoreşê we hatibû hesibandin û daxwaza harîkariyê ji wan kiri ûm ku bi bersiva nerênî a malbatên şehîdan berbirû bûn.

7911.jpg