Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mensûr Arwend bo cihekî nadiyar hat veguhastin

14:58 - 22 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Memûrên girtîgeha Urmiyê Mensûr Arwend girtiyên siyasî yê Kurd paş hevdîtinê (Mulaqat)ê, bo ciheke nadiyar veguhastin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, roja Şemî 21’ê Hezîran a 2014’an, Mensûr Arwend girtiyên siyasî yê Kurd li girtîgeha navendî a girtîgeha Urmiyê, bi armanca hevdîtina hizûrî ji benda wî anîne derê û bo cihekî nadiyar veguhastin.

Çavkaniyeke hayîdar bi nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragihand: Mensûr Arwend paş hevdîtinê êdî bo benda xwe neziwirî ye û memûrên girtîgehê bo cihekê nadiyar veguhastin e.

Mensûr Arwend girtiyên siyasî yê Kurd xelkê Mihabadê li Cozerdana 1392\'a Rojî, li mala xwe de hat girtin û bi tometa muharibe li rêya alîkarî tevî partiyên Kurdî ên dijberî rejîma Îslamî ya Îranê li meha Xermanan a 1391\'a Rojî ji aliyê liqa yeka dozgeriya Şoreşê ve cezaya dardekirinê bi ser de hatibû sepandin.

Heyamek berî niha ceza darvekirina Mensûr Arwend ji darvekirinê ve bo girtîgeha heta hetayî hat kêm kirin.