Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nûnerê PDKÎ di welatê Almaniyayê de digel endamê Firaksiyoneke Partiya “Sosyal Demokrata Alman” hevdîtin kirin.

13:45 - 30 Hezîran 2020

Roja Yekşemî, 28ê Hezîranê, Nûnerê PDKÎ di welatê Alman, “Mistefa Qazîzade”, digel Endamê Firaksoyona Partiya “Sosyal Demokrata Alman”, Berpirsê wê partiyê di Şêwraya Ewrûpayê, “Frank Şwabê” (Frank Schwabe), derheq mafê mirov hevdîtinek pêk anîn.

Nûnerê PDKÎ, di destpêkê de bas ji armancên PDKÎ li ser avakirina Federalizm di çarçoveya Îranê de kir.

“Mistefa Qazîzade” di wê hevdîtinê de, basa rewş û awayên sepandina şer bi ser gelê Kurd ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê di destpêka damezirandina wê de kir û ew jî eşkere kir ku rejîma Îranê bi îtiraf nekirin bi mafê Kurd bi êrîşkirin ser xaka Kurdistanê destpêkir.

Herwisa Nûnerê PDKÎ basa rewşa niha ya rejîmê û topbaran û êrîş ser binkeyên PDKÎ kir û herwisa şer û pevçûnên wê dawiyê yên di navbera hêzên terorîstî yên rejîmê û “Pêşmergên Kurdistan”ê hate gengeşekirin.

Nûnerê PDKÎ di wê hevdîtinê de, îşare bi binpêkirina mafê mirov, serkut û binçavkirina xortên Kurd, îdamkirina Şehîd “Hidayet Ebdullahpûr” û rewşa kolberan kir.