Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ofîsên Partiyên Başûrê Kurdistanê li Kerkukê dê hebin lê hêza pêşmerge nazivire Kerkûkê

17:30 - 25 Îlon 2021

Endamê Mekteba Siyasî a “Partiya Demokrata Kurdistan ê” “Hûşyar Zêbarî” ragihandiye ku carê hêza Pêşmerge nazivire bo Kerkûk û deverên ku arîşe hene lê Partiyên Kurdî dikarin li Kerkukê ofîs hebin.

Di niha de ku Partiyên Kurdî yên Başûrê Kurdistanê mijûlî banghêjî bo helbijartinên xwe di Perlemana Îraqî dene, “Zêbarî”  bas ji wê yekê dike ku pêka rêkevtina di navbera hikumeta herêma Kurdistan û Îraqê de heye Partiyên Kurdî û berbijêrên wan dikarin li bajarê Kerkukê çalakiyan bikin, lê ti bernameyek bo zivirîna hêza Pêşmerge tinîne.

Di wê derheqê de yekek ji berpirsên Wezareta Pêşmergê di gotûbêjekê de digel malpera “Kurdistanmediya”yê bas ji wê yekê kiriye ku “ev rêkevtin tenê di warê siyasî de bûye û zivirîna Pêşmerge pirsek dinê ye.”

Di sala 1396an de di rojekê wiha de Herêma Kurdistanê refrandûma serbixweyîya Kurdistanê birêwebir û li her çar beşên Kurdistanê bi taybet di RojhilatêKurdistanê de ji aliyê xelkê piştevaniyek bihêz ji refrandoma serbixweyiya Kurdiatanê hate kirin.

Piştî wê refrandomê êrîş bo ser Kerkukê hate encam dan û hêza Pêşmerge ji wê parêzgah û deverê ku arîşe hene vekêşabû.