Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 50 milyon kes di cîhanê de bûne penaber

20:40 - 22 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Hejmara penaber û koçberan paş şerê cîhanî yê duyem pitir ji 50 milyon kes hat îlan kirin.

Li gor nûçegihaniya Feransê û pişt girêdan bi serhejmariyên Komîsaryaya Bilind a Karûbarên Penaberan a Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY), hejmara ew kesên ku paş şerê cîhanî yê duyem aware bûne û di welatên di de bûne penaber, herî kêm 51 milyon û 200 hezar kes ragihandiye.

Serhejmariyên hatinî bilav kirin ji aliyê Komîsaryaya Bilind a Karûbarên Penaberan a Rêxistina Netewên Yekbûyî (NY), taybet bi sala 2013’an û bi berhevdan ligel sala 2012’an, 6 milyon kes zêde kirî ye.

Koçberên Sûriyê di 3 salên derbasbûyî rolekî berçav ji çûna serê a rêjeya penaberên cîhanî di asta cîhanê de hebûye.

Di sê salên derbasbûyî de bi sedema şerê hundirî Sûriyê, 5 milyon û 200 hezar hemwelatiyên Sûrî aware bûne ku di navxweyî Sûriyê ew hejmare 5 milyon û 600 hezar kes derbas kirî ye.

Hejmara niha yên penaberan bo welatên biyanî ji 7 milyon û 16 hezar kesan derbas bûye ku di navbera wan de welatên Efxansitan, Sûriye û Sumalî zaftirîn hejmar bi xwe ve girtiye.