Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji zewt kirin û talankirina mal û heyîya xelkê berdewam in

23:39 - 22 Şibat 2014

Kurdistanmedia: Hêzên nîzamî yên rejîma Îslamî a Îranê, ji Newsûd û Merîwanê, saman û heyîya hemwilatî û kasibkaran, zevit kirin.
Li gor raporta Kurdistanmedia; li îrişekî hêzên rejîma Îranê bo ser kasibkarên herêma Newsûdê ji berwara15,16,02,2014an a zayînî, qasî 10 ser barhilgirên kasibkaran hatin zevit kirin.
hemwilatiyekî vê herêmê ji Kurdistanmedia re ragehand ku: hêzên ser sinûr yên rejîma Îranê ji wan kasibkaren re gotine ku diviya derheq bi wergirtina her yek ji pêrewên xwe, 2 milyon timen weke ciza bidene rejîmê.
di vê derheqê de berwara 19,02,2014an, hêzên rejîmê li rêya Bîkere û Dizlî a ser bi najarê Sewlawa, boseyekê ji hemwilatiyan re dadixin û di encam de serbarê teqe kirin ji wan, 12 tirombêlên hemwilatiyên akincî yê gundên Şaranî û Dizlî zevit kirin.
Bihaya alavên zewt kirî bi qasî 500 milyon timen tê nirxandin.