Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sidîq Derwêşî

12:13 - 1 Şibat 2015

Rêzdar Sidîq Derwêşî: “Şarezayî û rewanbêjî di axavtina Dr. Qasimlo de, bala min kişande aliyê xwe, û gellek bandor li min kir ”.

H:Arif Velzî
Rêzdar Sidîq Derwêşî kurê Gurgîn di buhara sala 1973 (1352)’an de, di gundê Enbê, ser bi herêma Tergewera Urmiyê di malbateke hejar de tê dinê. Navbirî qonaxa destpêkî ya xwendinê, di Elwacê de dixwîne, û qonaxa nawendî jî di xwendingeha “13’ê Aban” de didomîne. Di demsala havînê de, serbarê dijberiya dê û bavê xwe, ew di gel xizmên xwe diçe kar, û xercê xwendina xwe derdixîne.

Birêz Sidîq Derwêşî derheq çawaniya nasîna navê PDKÎ weha ji rojnameya Agirî re axivî: “Her di dema zarokatiya xwe de bo yekem car di gundê Enbê de, ku ez li wir ji dayîk bûme, min pêşmergeyên PDKÎ dîtin, û di dema parvekirina pêşmergeyan bi ser malan de, min jî daxwaz ji çend pêşmergeyan kir ku bêne mal. Yek ji wan pêşmergeyan ez himbêz kirim, û ez hilgirtim heya ku em gihane mal.

Ez ewqas kêfxweş bûm ku min nedikarî nan bixom, û min tenê li pêşmergeyan dinêrî. Navê pêşmerge û hezkirina pêşmerge bû ku hêdî hêdî PDKÎ bi min da nasîn. Lê temenê zarokatiya min rê nedida min, ku ez bizanim ku hizb çiye, lê piştre ku min tekoşîna PDKÎ ya berdewam di navxwe ya welat û piştgiriya xelkê ji PDKÎ dît, min hêdî hêdî PDKÎ nas kir. Civatên cur bi cur yên civaka Kurdî, PDKÎ wekî alahilgirê tevgera nasyonalîstî ya Kurd di rojhilata Kurdistanê dizanîn.

Navbirî ji me re bas ji dema tevlîbûna xwe bi refên PDKÎ re kir: “Ew hezkirina ku her di destpêka zarokatiya xwe de, min bi PDKÎ û pêşmerge hebû, piştî salan di nav derûna min de bibû hesteke bihêz, lewra min biryar da ku bibim pêşmerge. Min bi malbat û xizmên xwe re bas ji hezkirina ji pêşmergatiyê kiribû, û di encamê de, di sala 1987 (Cozedana sala 1366)’an de, ez û kurmetê xwe bi navê cemîl hatin bo pêşmergatiyê. Di rê de û li Mêrge Ziyaret (di navbera Siwarê Zerê û Bozê Sîna de) me kadrekî PDKÎ bi navê Medenî û kesekî din b i navê Seyîd Elî dît.

Piştre jî me kekê Rostem Cehangîrî û kak Kemal Şerîfî û çend kesên din dîtin. Piştî çend roja em çûne binkeya hizbê li quntara çiyayê Qeraxan (li Tergewera Urmiyê). Piştî çend rojan li wir, em bi hinek ji ciwanên xwedî hest re, ber bi başûra Kurdistanê bi rê ketin, û li Bolê em çûne fêrgeha siayî-nizamî, û di dewreya 38 ya fêrgehê de me dewre dît, û bi vî awayî min kincên pîroz ên pêşmergatiyê li xwe kirin, û navê pêşmerge bû buhareke hertim zindî di derûna min de”.

Birêz Sidîq Derwêşî weha ji me re behsa dîtina şehîd Dr. Qasimlo kir:“Heyamek bû ku min navê Dr. Qasimlo bihîstibû. Navê vî rêberî, wekî rêberekî jêhatî û şareza li ser zarê xelkê bû, lewra min gellek hez dikir ku bi çavên xwe Dr. Qasimlo bibînin.

Piştî derbazbûna 15-20 rojan bi ser dewreya fêrgehê de, beşa siyasî ya dewreya me dest pê kir, û wê demê gotin ku Dr. Qasimlo wê serdana we bike, û bi we re bicive. Em hemû gellekî kêfxweş bûn. Navbirî hate cem me, û piştî destdana digel me, li ser rewşa rejîmê û rewşa xebatê û erkên li ser milên me, zêdetir ji demjimêrekê ji me re axivî. Şarezayî û rewanbêjî di axavtina wî de, bala min kişande aliyê xwe, û gellek bandor li min kir. Lewra eva bîreweriya herî xweş ya jiyana pêşmergatiya min bû”.

Birêz Sidîq Derwêşî weha bas ji bîreweriya xwe ya nexweş ji me re kir: “Bîreweriya herî tal ya jiyana min ew bû, ku min ji Radyoya Dengê Kurdistana Îranê guhdarî kir ku Dr. Qasimlo şehîd kirine. Xemeke giran ez dagirtibûm, û ez gellek giriyam, û çend rojan giryana berdewam jî nekarî derûna min aram bike, tu çareyek nebû, tenê yek rê hebû, ku ew jî sozdana bi şehîdên me bû. Lewra ez û hevalekî xwe yê din bi navê Mecîd Heqî me soz da ku heya dawiya jiyana xwe vê riyê bidomînin û di hizba Qasimlo de bimînin”.

Navbirî derheq jiyana xwe ya hevpar bi vî rengî bersiva pirsa me da: “Di sala 2002 (Roja 28. 09 1381)’an de, min digel keçeke nîştimanperwer û hizbî bi navê Şafiye Ebdî ku jidayîkbûyê malbateke nîştimanperwer û şoreşger bû, min jiyan hevpar pêk anî. Her di wê demê de me şahiya xwe di mala birêz Rostem Cehangîrî, û di nawenda 3’ê de bi rê ve bir. Min du kur hene, bi navên Rêber 12 salî pola şeşê destpêkî, û Rêdar sala sê ya destpêkî, û keça min jî navê wê Ro’ya ye”.

Navbirî bi vî awayî peyama xwe ji ciwanên Kurd re dişîne: “Peyama min bo ciwanên Kurdistanê ew e ku hekî pêşerojeke ronahî dixwazin, hekî li pey bîrokeyeke rasteqîne ya neteweyî digerin, hekî xwazyar in ku di nav civaka me de, rêz ji kerameta mirovî ya mirovan û pirensîpên mirovî bê girtin, û yasa serwer be, û xelk deshilatdarê rasteqîne bin, PDKÎ hilbijêrin, û palpiştê hertimî yê vê hizbê bin, PDKÎ partiya afirînerê çemka demokrasî û bîra modern ya nasyonalîstî, û navê pîroz yê pêşmerge bûye di civaka Kurdî de”.