Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Urmiye\\ Nizîkî 6 hizar hemwilatiyan pêşwazî ji termê 4 kolberên kuştî kirin

15:10 - 13 Şibat 2014

Kurdistanmedia: serbarê pêşwaziya berfireh a xelkê ji termê 4 kasibkarên Kurd, hemwilatiyên Kurd yên akinciyên Urmiyê bi nîşana hewxemî tevî malbatên wan, dukan û bazarên xwe daxistin.

Li gor raporta kurdistanmedia; piştî vê yekê ku Rejîma Îslamê a Îranê, pêşwaziya berfireh a xelkê ji 4 kasbikarên herêma Mirgewer a ku li rêya sinûrê Sêroyê bo bajarê Urmiyê dihat weguhastin dît, bêy tu hincetekê bo heyamê 5 demjimêran termê ew 4 xurtane heya şevê radestî xelkê nekirin.

Şayethalekê ji nûçegehaniya Kurdistanmedia re got: serbarê vê yekê ku şev jî bû, lê dîsan xelkê bi awayek berfireh ku texmîn dihate kirin heya 6000 hizar kesî be, pişikdarê rê û resma veşartina termê wan 4 hemwelatiyan bûn.

Termê wan 4 hemwilatiyan li goristana gudê Gêsiyan a ser bi herêma Mirgever, ji axê re hat teslîm kirin.

ew 4 kolberên kurd yên xelkê herêma Mirgewer, çend roj berî niha, li sinûrê navbera Îran û Turkiyê ketine bin renûya berfê û di encamp de cane xwe ji dest dan û roja 11,02,2014an a Zayînî, li sinûrê Sêro a Urmiyê ji nojdarê qanûnî re hat weguhastin.

Xelkê herêmê, bi nîşana hewxemî tevî malbatên wan qorbaniyan, dukan û bazarên xwe daxistin.