Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wergirtina perê bi xurtî ji xwandevanên gundê Tewrîwerê

12:10 - 12 Şibat 2014

Kurdistanmedia: berpirsên xwandingeha destpêkî a gundê Tewrîwer a ser bi bajarê Sinê, bi xurtî pere ji xwandevanan distînin.

Li gor raporta Kurdistanmedia; berpirs û rêveberên xwandingeha mamosta Qanie a gundê Tewrîwer a ser bi bajarê sinê, bi xurtî pere ji xwandevanan distînin.

hemwilatiyekî acincî ji gundê Tewrîwerê, ji nûçegehaniya kurdistanmedia re da xuya kirin ku: berpirsên xwandingeha destpêkî a Mamosta Qanie ji xwandevanan re gotine ku dibe her kes qasî 50î hezar timenî bidin xwandingehê.

çawkaniyê herwisan da eşkere kirin ku, berpirsên vê xwandingehê, ji wan malbatên ku zarokên wan jî dersê naxûnin, qasî 10 hizar timenî distînin.

Berpirsên rejîmê bo dabînkirina alavên hewce û kompûterê ji xwandingehê re wî pereyî ji xelkê gund distînin.

Pêrenegehîştin ji zirûfa nebaş a xwandingehên Kurdistanê, bûye sedemê wê yekê ku piraniya xwandingehên qonaxên cur bi cur navniwîsîna xwandevanan nekin.