Kurdistanmedia: Piştî kuştina du ciwanên kolber ên xelkê gundê “Giwêzlê” ya Alan a Serdeştê, bi destên hêzên Komara Îslamî a Îranê, xelkê gundê Bêjwê li dijî rejîmê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, xelk li gundê Bêjwê derheq kuştina du kolberan dest bi meşa nerazîbûnê dikin, û nehêlane ku tu trombêleke rejîma Îranê here herêmê.
Nûçegihanê malpera Kurdistanmedia ragehand ku, xelkê vî gundî, hêzên rejîmê ji binekya wan ya leşkerî derkirine, û rejîm jî ji tirsê piştevaniya hêza pêşmerge nevêre çi cure liv û tevgerekê div ê herêmê de bike.
Herwisa li gora vê raporê, xelkê diruşma “bijî pêşmerge” û “bijî emokrat” bilind kirine.
Roja 28’ê Hezîranê, du kolberên Kurd li navçeya Alan ya Serdeştî, bi navên “Letîf û Re’ûf Elîxanî” kurê Salih û xelkê gundê Giwêzlê ya Alanê, bi gulleberdana rasterast ya hêzên henga sînorî a rejîma Îranê, hatin kuştin.
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa jî di vê derheqê de ragehandiye: “Girûhbaneke binkeya leşkerî ya gundê “Giwêzlê” ya herêma Alan a Serdeştê ew du bira dane ber gulleyan,ku yek ji wan her di cih de tê kuştin, û piştî vê bûyerê, birayê kolberê ku hatiye kuştin, tola birayê xwe vedike, û bikujê birayê xwe di cî de dikuje, lê piştre ew serbazên di nav binkeyê de, navbirî didin be rgulleyan û dawiyê bi jiyana wî jî tînin.
Piştî vê bûyerê, xelkê gundên “Bêjwê” û “Giwêzlê” êrîşê dikin ser serbazan, û termên wan ji wan distînin.