Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

20 hemwilatiyên Ereb yên Ehwazê ji aliyê hêzên Îttilaatê we hatin dest bi ser kirin

15:20 - 27 Şibat 2014

Kurdistanmedia: hêzên Îttilaata rejîma Îslamî a Îranê, di kolana Elewî, 20 çalakên Ereb yên Ehwazê dest bi ser kirin.

Li gor raporta Kurdistanmedia; berwara 26,02,2014an, 20 çalakên Ereb yên Ehwazê, ji aliyê hêzên Îttilaatê ve hatin dest bi ser kirin û bo cihek nediyar hatin veguhastin.

Ew hemwilatiyên Ereb bi sûçê civîn û gotina waneyên bi zimanê Erebî, hatin dest bi ser kirin û heya niha nasnameya 8 kes ji wan eşkere nebûne.

Di vê derheqê de, çend roj berî niha, hêzên Îttilaata rejîma Îslamî a Îranê, 9 hemwilatiyên Ereb yên Ehwazê bi sûçê guherîna ola xwe ji Şîe ve bo Sonî hatin dest bi ser kirin.