Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta roja Xwendekar li bajarê Mihabadê de çalakiyên banghêjê hatine lidarxistin

13:09 - 2 Gulan 2024

Endam û alîgirên Hizba Dêmokrat û ciwanên xweragir ên bajarê Mihabadê  bi hilkefta 12ê Banemerê, roja Xwendekar, li wî bajarî de çalakiya banghêjiyê bi rê ve birin.

Roja Çarşemî 12ê Banemerê, endam û alîgirên Dêmokrat û ciwanên xweragir ên wî bajarî, bi awayekî berfirek çalakiyeke banghêjî bi hilkefta Roja Xwendekar lidar xistin û bi belavkirina traktên taybet û wêneyên şehîd “Simayîl Şerîfzade” yada wî şehîdê Kurdistanê û herwisa roja Xwendekar bi bilind ragirtin.

Tevî rewşa awarte li bajarê Mihabadê, ew çalakiyane li çendîn şeqam û kolanên wî bajarî yên wek “Felekeya Saet, Baxê Şayegan, zanîngeha Azad, zanîngeha Peyamê Nûr û taxa Wefayî” û çend cihên din de bi awayekî berfireh bi rê ve çone.

Herwisa endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat li wî bajarê de tevî dubarekirina soza xwe digel rêbaza şehîdan, amadebûna xwe bo cîbicîkirina her erkek Hizbî û Niştimanî ragihandin.