Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sembol û nirxên ku bûne hegera domandina xebatê bo PDKÎ

16:56 - 19 Kanûna pêşîn 2023

Eskender Ceiferî

Roja Pêşmergeyên Kurdistanê ye. 26'ê Sermawezê heman roj e ku ji bo Kurdan bûye dîrokeke pir şanazî.

Roja 22'ê Kanûna Paşîn a sala 1946'an a Zayînî anku 2’ê Rêbendanê ya sala 1324’an a Rojî, Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve li meydana Çarçira li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin û wê hikûmeta Kurdî, ala netewî ya Kurdistanê hilda. Di vê rêûresmê de Qazî Mihemed wiha sûnd xwar: "Bi mezinatiya Xwedê, rûmeta Qurana Kerîm û li ser welat û ala xwe sûndê diwxem heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawiyê, bi can û malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo ku alên me li esmanan pêl bidin, ezê xebatê bikim.”

Niha li Kurdistanê piştî nêzîkî 80 salan, bi berdewamiya şoreşa Jînayê, heman deng li dijî dagirkariya Tehranê tê hildan. Dengê mafxwaziya Kurdan û dengê Komara Kurdistanê tê bihîstin.

Komar, ji aliyê heman partiyê ve hate avakirin ku niha jî piştî vê dîroka dirêj, hîn di xebatê de berdewam e û bûyê cihê şanaziya Kurdan.

Beriya wê jî li vê nawçeyê serhildanên Şêx Ubeydullayê Nehrî û Simkoyê Şikak çê bibûn.

Piştî ku sala 1941'ê Şahê Farsan, Riza Şah bi derbeyekê ket û kurê wî Mihemedriza bû desthilatdarê rejîmê, wê demê serok eşîrên Kurdan ên ku ji Kurdistanê hatibûn dûrxistin , zivirîn Kurdistanê û hewl didan desthilat û rêveberiya navçeyên xwe bi dest bigirin.

Êdî rojavayê Îranê ketibû bin desthilata Kurd û Azerbaycaniyan de û Rûsiye jî derbasî nawçeyê bibûn.

Sala 1942’an li Mehabadê kovara bi navê Nîştiman bi beşdarbûna 11 kesan hate weşandin û weke rojnameya fermî ya Komeley Jiyanewey Kurd (Komeley J.K) hate binavkirin û li ser hesta netewî ya Kurdan kar dikir. Navê vê komeleyê dihate wateya vejandina Kurdan. Piştî sê salan di sala 1945’an de bi pêşengiya Qazî Mihemed, Komeleyê dewsa xwe da Hizba Demokrat a Kurdistanê û daxwazên vê partiyê, xweserî, perwerdeya bi zimanê dayîkê, fermîbûna zimanê Kurdî û gelek xwestekên din jî bûn.

Ji bilî Komara Agirî li Bakur û hikûmeta Şex Mehmûd Berzencî ku li Silêmaniyê hatibû ragihandin, Komara Kurdistanê jî di warê dewletbûnê de ji bo Kurdan bû ezmûneke din. Kurdan êdî ji xwe re şoreşên Agirî, Simko û yên din kiribûn mînak û waneya berxwedanê ji wan hîn bibûn.

Piştî ku di 22’ê Kanûna Paşîn a1946'an Komara Kurdistanê hate ragihandin, Leşkerê Kurdistanê anku Artêşa Kurdistanê hate avakirin ku heman Hêza Pêşmerge bû. Ew hêz ji hezaran gencên Kurd û ji leşker û hêzên wan eşîran pêk dihat ku tevlî Komara Kurdistanê bibûn û her du hêzên siwar û peya lixwe digirtin.

Komara Kurdistanê ya ku li Mehabadê bi Serkomariya Qazî Mihemed hate ragihandin, çarde wezîr jî lixwe digirtin ku ev in: Serokwezîr: Hacî Baba Şêx, Wezîrê Karûbarên Navxwe: Mihemed Emîn Muînî, Wezîrê Karûbarên Derve: Ebdulrehman Îlxanîzade, Wezîrê Şer û Parastinê: Seyf Qazî, Wezîrê Darayiyê, Ehmed Êlahî, Wezîrê Dadê, Mela Husên Mecdî, Wezîrê Rêûbanan, Îsmaîl Îlxanîzade, Wezîrê Ragihandinê, Sidîq Heyderî, Wezîrê Post, Telefon û Telegrafê, Kerîm Ehmedeyn, Wezîrê Perwerdehî û Fêrkirinê, Menaf Kerîmî, Wezîrê Kar, Xelîl Xûsrevî, Wezîrê Ticaret û Bazirganiyê, Hecî Mistefa Dawûdî, Wezîrê Tenduristiyê, Seyîd Mihemed Eyûbiyan, Wezîrê Çandiniyê, Mehmûd Welîzade. Wan wezîran, yasaya Komarê zelal kirin.

Di dema 11 mehên temenê Komara Kurdistanê de gelek rêxistinên aborî, leşkerî, civakî, sîstema perwerdehiyê, çandî, wêjeyî, hunerî, şanoya Kurdî, saziyên ji bo parastina mafên jinan jî hatin pêkanîn, çapemenî hebûn û zimanê Kurdî jî bû zimanê fermî. Ev berhem û gelek berhemên din û herwisa Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê PDKÎ, ji mîratên Komara Kurdistanê ne ku heya îro jî li dijî dagirker xebatê dike.

Aboriya Komara Kurdistanê li ser bac û ticaretê birêve diço bi rengekî ku komîsyonekê li navendên bajaran bac ji tacir û bazirganan distand û komîsyonekê jî di rêya axayan re baca gundewaran kom dikir. Herwisa Komara Kurdistanê bixwe jî çalakiyê bazirganî û ticaret dikir ji bo ku dahata pêwîst ji bo xercên hikûmetê bi dest xwe ve bîne.

Hêzên Rejîma Şahê Farsan, bi desteka Berîtanyayê di roja 17'ê Kanûna 1946'an de, leşkerên xwe birin aliyê Kurdistanê. Ji bo ku xelk neyê komkujkirin, Qazî Mihemed, berdewamkirina riya xwe, sparte hevalên xwe û êdî komar hate hilweşandin û Qazî Mihemed xwe radest kir.

Ji bilî desteka Berîtanya, Sovyetê jî bi Îranê re lihev kiribûn ku peywendiyên wan ên aborî bi rejîma Şahê Farsan re berdewam bikin û di lihevhatina wan de hatibû destnîşankirin ku “Mijarên Azerbaycan û Kurdistanê, pirsgirêkên navxwe ne û Îran divê bixwe, van pirsgirêkan çareser bike û êdî Sovyet piştgiriyê nade van neyarên Îranê. Herwisa êdî hêzên Sovyetê û ên Berîtanya jî, ji axa Îranê bi temamî vedikişiyan.”

Di roja 31'ê Adarê a sala 1947'an a Zayînî de Qazî Mihemed serkomarê Kurdistanê, Seyf Qazî wezîrê Şer û Parastinê yê Komarê û birayê wî Sedr Qazî li meydana Çarçira ya Mehabadê hatin darvekirin lê rêbaz û çepera wan, heya niha jî her didome û bûye şanaziya Kurdan.

Piştî nêzî 80 salan, dunya hatiye guhertin. Lê tişta ku qet nayê guhertin, dengê şoreş û serhildana Kurdan li dijî dagirkar e.