Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Astê cinayet û hovtiya rêjîmê li Kurdistanê zêdetir dibe

16:57 - 29 Çirriya paşîn 2025

N. Hesen Mukerem

 

Rejîma terorîst a Îranê, bê sedem di bajarên Rojhilatê Kurdistan de ciwanên Kurd dike armanc û her di vî heyamî de hejmarek ciwanên Kurd li bajarên weke Xoy, Sine û Tikabê de rasterast dane ber guleyan û kuştine, û hevdem di girtîgehên Urmiye û Sine û Îlamê de hejmarek girtiyên Kurd îdam kirine.

 Welatiyekî xelkê Sine li ser rêya Tikabê ji ber gulebarana rasterast a hêzên rejîmê bû qurbanî.

Li gorî xizmên wî, Mîlad Keremî di dema bûyerê de destûra ajotinê tunebû û ji ber vê yekê, ji tirsa ku neyê rawestandin, ji xala lêgerîn a polîsan dûr ket, polîsan gule li otomobîla wî reşandine û di encamê de ew hate kuştin.

Di salên dawî de bûyerên bi vî rengî qewimîne, û her roj raporên teqekirina hêzên rêjîmê li kolberan têne weşandin.

Xwepêşandanên li seranserê Îranê piştî kuştina “Jîna Emînî”, keçeke ciwan a Kurd a xelkê Seqizê, ji aliyê Geşta Îrşad a Komara Îslamî ve, cinayetek e di dîroka hemdem a Îranê de, bi sedan ciwan hatin girtin hatin kuştin, îşkencekirin, destdirêjî bo ser wan hate kirin. Rola Ciwanan û Rewşa Qurbaniyan di sala piştî kuştina Jîna Emînî de, herî kêm 537 welatî, di nav de 71 zarok û ciwan, bi guleyan, îdamkirin an îşkenceyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin kuştin ev hejmara tenê ya eşkere ye bi nehênî û bêçarenivîs û nebûna agahiyên hewce ev hejmar pir zêdetir e. Gelek ji wan, wek Nîka Şakeremî, Sarîna Îsmaîlzade, û Hedîs Necefî, di nav keç û ciwanên ku bi awayên herî hovane hatine qetilkirin de bûn. Di gelek rewşan de, ciwanên girtî bi zexta psîkolojîk, îşkenceya fîzîkî, destdrêjî û gefên li ser malbatên xwe re rû bi rû man, ku ev yek bû sedema xwekuştina kesên ku hatine girtin.

Êrîşên fîzîkî û cinsî li ser jin û mêrên xwepêşander di girtîgehan de bi awayekî sîstematîk hatine ragihandin. Ev nêzîkatî tepeserkirina xwepêşandanan a berê ya rejîm Îslamî û rewşa ewlehiyê ya dijwar a di civakê de tîne bîra mirov.

Lêkolîna Dozê: Kuştina Mîlad Keremî li Sine mînaka vê tundûtûjiyê ya dawî kuştina Mîlad Keramî ye, welatiyekî 39 salî û bavê du zarokên, temen11 û 14 salî, li ser Rêya Tikabê, ku dema ku polîsan gule li wî reşandin ji ber ku wî îcazey ajotinê tunebû û ji rawestandinê ditirsiya, hêzên terorîstên rejmê ev kuştin. Ev pevçûnên tundûtûj ên di navbera hêzên tepeserker û welatiyan de krîza ewlehiyê ya berdewam û binpêkirinên giran ên mafên mirovan, nemaze li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, nîşan didin. Rewşa kolber û kasibkaran li Rojhilatê Kurdistanê di salên dawî de, gelek rapor hene ku hêzên terorîst yên binav ewlehiya rejîmê gule li kolber û kasibkar li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bê ti hincetek dane ber guleyan, û bûne sedema kuştin û birîndar kirina wan. Ev tevger ne tenê gefê li jiyana ciwanan dike, belkî di heman demê de ji bo gelek malbatan jî xemgînî çêkiriye. Serhildana Jîna Emînî bi sedan ciwan radestî hêzên tepeserker ên Spaha Pasdaran û hêzên terorîst ên rejîma Îslamî kirin; gelek ji wan hatin kuştin û gelek jî hatin girtin, îşkence û destdirêjî li wan hat kirin, û di hin rewşan de piştî serbestberdanê xwe kuştin.

Gelek raporên bawerpêkirî yên li ser girtinên berfireh ên xwepêşanderan li Kurdistanê de û îşkenceya fîzîkî û derûnî di navendên binçavkirinê de hatine weşandin. Hêzên ewlehiyê gelek xwepêşander û çalakvan li girtîgeh û navendên ewlehî de bi lêdan, şokên elektrîkê, qamçiyan li pêyan, girtina wan di odeyên takekesî de, û bêagahîkirina malbatên wan ji rewşa girtiyan îşkence kirine, da ku bi zorê îtîraf bikin. Raport hene ku li navendên binçavkirinê yên Wezareta Îtla`ata rejîmê de bi şok, lêdanên li beşên hesas ên laş, û ji bo demên dirêj di odeyên takekesî de hatine girtin.

Di hin rewşan de, hatiye ragihandin ku girtî di bin îşkenceyê de mirine an jî di dema binçavkirinê de xwekuştine; Wekî Ramîn Fetahî, ku mirina wî piştî çend rojan ji binçavkirinê ji hêla hêzên rejîmê ve bi malbata wî re hate ragihandin, bi îdiaya ku ew xwekuştin bû. Girtiyên jin û mêr, çavdêriyên xwe yên li ser nebûna cîh, nebûna hewcehiyan û nebûna agahdariya malbatên xwe li ser rewşa wan vegotine.

Mînakên berbiçav: Borhan Ehmedî, 34 salî xelkê gundê Arindan a Sine, di Hezîrana 2025an de ji bo wergirtina îtîrafek bi zorê rastî îşkenceyeke berfireh hat. Omîd Hesenî, 20 salî, piştî ku ji aliyê hêzên rêjîmê ve bi tundî hate girtin, piştî serbestberdanê nîşanên îşkenceyê xuya bûn. Hêrş Zendî Navgiran, çalakvanekî sivîl, piştî ku ji aliyê Wezareta Îtla`atê ve hate girtin, bi hefteyan rastî lêpirsîn û givaşan hat.

Raporek ji aliyê rêxistinên navneteweyî yên wekî Human Rights Watch ve piştrast dike ku hêzên ewlehiyê li Sine bi awayeke sîstematîk û eşkere hêzek zêde, cûrbicûr îşkence bikar anîne û mafên bingehîn ên girtiyan binpê kirine. Ev kiryar piştî xwepêşandanên Jîna Emînî de berdewam kirin. Bi tevayî, girtin û îşkenceya xwepêşanderan li Kurdistanê berbelav û sîstematîk bû. Gulebarana rasterast û bêsedem a hêzên çekdare rêjîmê li Kurdistanê de berdewam e, bê agehdarkirina berê xelkê û maşînên wan didne ber guleyan û wan dikujin.

Dîmenên ku li derheq guleberdana bi maşînên xelkê ji aliyê hêzên rêjîmê ve  ku hatine weşandin, nîşan didin ku di maşînên wan de ti kelûpel nehatine dîtin.

Pîvanên sûc: Ev kiryar nîşana bi karanîna berfireh û bêsedem a tundûtûjiya ji hêla hêzên Komara Îslamî ve li dijî welatiyên Kurd bû. Ev bûyer mînakek din a cinayetên dubare yên Komara Îslamî li dijî gelê Kurd e, di nav de kuştin, binçavkirin, îşkence û binpêkirinên mafên mirovan ên giran, ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan ve bi berdewamî hatine belgekirin.